Hakan Fîdan li Bexdayê ye

22-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Iraq Hakan Fîdan Fuad Husên
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan gihişt Baxdayê.

Fîdan dê bi berpirsên Îraqê û Herêma Kurdistanê re çend hevdîtinan bike.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan çû Bexdayê û Alîkarê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ew pêşwazî kir.

Biryar e Hakan Fîdan û Fuad Husên piştî hevdîtinê, civîneke rojnamegeriyê ya hevbeş li dar bixin.

Sibe Fîdan dê li Bexdayê cuda cuda bi Serokkomarê Îraqê Latîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî re bicive.

Tê gotin ku Fîdan dê li Bexdayê bi nûnerên Tirkiyeyê re jî hevdîtinê bike.

Fîdan tê Hewlêrê

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Hakan Fîdan dê piştî serdana Bexdayê û civînên bi rayedarên Îraqê re, were Hewlêrê jî.

Herwiha hate zanîn dê Fîdan bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî re bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst