Hakan Fîdan diçe Îraqê

25-01-2025
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Bexda Îraq Fuad Husên Şoriş Xalid
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Şoriş Xalid ji Rûdawê re got, "Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan sibe dê biçe Bexdayê û li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên bicive."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan sibe diçe serdana Bexdayê û tê pêşbînîkirin ku rojeva sereke PKK û Sûriye be.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Şoriş Xalid li ser serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a Bexdayê ji Rûdawê re axivî.

Şoriş Xalid diyar kir ku wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan sibe dê biçe Bexdayê û li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên bicive.

Her wiha Şoriş Xalid da zanîn ku di bernameya Hakan Fîdan de nîne ku serdana Herêma Kurdistanê bike.

Li gorî medya Tirkiyeyê, di rojeva Hakan Fîdan de bipêşketinên Sûriyeyê heye û dê di hevdîtinan de amaje bi rola Îraqê ya di aramiya navçeyê de bê kirin.

Tê çaverêkirin Fîdan li gel Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Parlamentoya Îraqê Mahmûd Meşhedani û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên hevdîtinan pêk bîne.

Sala borî  dema ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan serdana wî welatî kiribû, Îraqê, PKK wekî “rêxistina qedexe” ragihandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst