Fîdan: Li dijî DAIŞê dê navendeke hevpar a operasyonan were avakirin

09-03-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îraq Urdin Libnan Hakan Fîdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku di mijarên têkoşîna li dijî DAIŞê de dê navendeke hevpar a operasyonan were avakirin.

Nûnerên bilind ên dîplomatîk, leşkerî û îstixbaratê yên Tirkiye û Urdinê li Amana paytexta Urdinê civiyan.

Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li gel Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Safedî, Serokerkanê Giştî yê Urdinê Yûsif el Huneytî û Serokê Rêxistina Îstixbarata Giştî ya Urdinê Ehmed Husnî li Amanê hatin ba hev.

Wezîrên karên derve yên Sûriye, Îraq, Urdin, Libnan û Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Hakan Fîdan derbarê derbarê kuştina Elewiyan li Laziqiyeyê got, “Em dibînin ku hikûmeta Sûriyeyê bi mehan e kariye xwe ji provokasyonan dûr bike lê hewl tê dayîn ku bi provokasyonekê ji rêya xwe derkeve."

"Pêkanîna platformeke xurt a ku welatên herêmê bigihe hev girîng bû"

Hakan Fîdan ragihand ku di mijarên “têkoşîna li dijî DAIŞê de” dê navendeke hevpar a operasyonan were avakirin û wiha got:

"Wekî welatên herêmê biryardariya me ya li dijî DAIŞê heye.

Wekî Tirkiyeyê em ji demeke dirêj ve bi biryardarî têkoşînê li dijî DAIŞê didomînin lê belê ji ber ku DAIŞ ne tenê ziyanê dide welatekî û li gelek welatan çalakiyan dike, şerê welatekî tenê yê li dijî DAIŞê dikare metirsiyê ji wî welatî dûr bike lê nikare bi temamî ji holê rake.

Ji ber vê, pêkanîna platformeke xurt a ku welatên herêmê bigihe hev girîng bû. Niha me gava yekemîn avêt ji bo pêkanîna vê platformê.

Me îro hêz da biryardariya xwe. Dema ku gavên qewîn bên avêtin hûn dê bibînin. Wekî destpêka vê jî avakirina navendeke operasyonên hevpar heye."

Bûyerên li beravê

Li hêla din, li berava Sûriyeyê, li herêmên Elewiyan di şer û pevçûnan de bi sedan kes hatin kuştin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir ku li rojavayê Sûriyeyê ku bi piranî Elewî lê dijîn di çar rojên borî de 1018 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.

SOHRê diyar kir ku di nav kuştiyan de 745 sivîl, 125 endamên hêzên hikûmetê û 148 alîgirên rejîma Esed hene.

Li gorî AFPyê jî 1311 kuştî hene ku 231 ji wan endamên hêzên hikûmetê, 250 ji wan alîgirên rejîma Esed û 830 ji wan jî sivîl in.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ev wekî “provokasyon”ê bi nav kir û got:

"Em dibînin hewl tê dayîn ku siyaseta hikûmeta Sûriyeyê bi provokasyonekê ji ser rêya xwe were derxistin ku bi hefteyan e bêyî provokasyonan berdewam dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst