Encamên serjimêriyê dê kengî werin eşkerekirin?

20-11-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Herêma Kurdistanê Serjimêrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Serjimêriyê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku encamên destpêkê yên serjimêriya welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê dê sibe bi şev werin eşkerekirin.

Berdevkê Sekreteriya Encûmena Wezîran a Îraqê jî destnîşan kir, encamên destpêkê yên serjimêriyê dê di nava 48-72 saetan de werin ragihandin.

Wezîrê Plandanînê yê Îraqê Mehmûd Usman îro ji Rûdawê re da zanîn ku encamên serjimêriyê dê sibe bi şev di civîneke çapemeniyê de werin ragihandin.

Birêvebirê Serjimêriyê yê Herêma Kurdistanê diyar kir ku encamên serjimêriyê dê li gorî parêzgeh, navçe û nahiyeyan werin ragihandin.

Wezîrê Plandanînê yê Îraqê Mehmûd Usman got:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Îraqê re li hev kiriye ku heta berhevkirina amarên Wezareta Plandanînê û ya Koçberan û serjimêriya sala 1957an neyên bidawîanîm encamên serjimêriyê yên herêmên Madeya 140î neyên ragihandin.”

Berdevkê Sekreteriya Encûmena Wezîran a Îraqê Heyder Mecîd ji Rûdawê re ragihand:

“Pêvajoya serjimêriyê dê roja pêncşemê saet 00:00an bi dawî bibe.

Tê payîn ku encamên destpêkê di nava 48-72 saetan de werin ragihandin.”

Serjimêriya Îraq û Herêma Kurdistanê

Li Îraq û Herêma Kurdistanê serjimêrî tê kirin û îro qonaxa hejmartinê dest pê kir.

Agahiyên xelkê di navbera 16 û 19ê vê mehê de hatin tomarkirin û dê îro û sibe ew agahî bên kontrolkirin.

Li gorî agahiyên ku rayedaran dane Rûdawê, peywirdar dê îro û sibe bi malbatan re rûnin û agahiyên wan û karta wan a niştimanî bidin ber hev.

Birêvebirê Bicihhêner ê Serjimêriyê yê Herêma Kurdistanê Mehmûd Usman diyar kir ku dê av kar 5 xulekan biajo.

Mehmûd Usman da zanîn ku eger karta niştimanî nebe dê agahî bi nasnameyê re bên berawirdkirin.

Ji 16 heta 19ê mehê navê serokê malbatê, hejmara endamên malbatê, navê wan û bav û bapîrên wan, agahiyên pêwendiyê, zayend, roj, meh û sala jidayîkbûnê li formeke sade hatibûn nivîsandin.

Mehmûd Usman daxuyand, dê navên zarokên ku îro piştî saet 00:00ê çêbûne jî bên tomarkirin.

Her wiha eger kesek şeva borî beriya 00:00an miribe dê navê wî jî were jêbirin.

Divê bijimêr û xelk çi bikin?

Îro û sibe li Îraq û Herêma Kurdistanê qedexeya çûn û hatinê heye.

Divê xelk li mala xwe li benda bijimêran be da ku werin agahiyên wan qeyd bikin.

Eger kesek dema ku peywirdar çûn ne hazir be ji bo navê wî were tomarkirin divê belgeyeke piştigiriyê hebe.

Wezîrê Plandanînê yê Herêma Kurdistanê Dr. Dara Reşîd ji Rûdawê re got, “Rêya wê nemaye ku kesek neyê tomarkirin.

Kesên ku agahiyên xelet bidin tîman dê bi xwe zerermend bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst