Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îraqê, Serokwezîrê Îraqê û şandeyeke Herêma Kurdistanê li ser pirsa serjimêriya giştî li hev civiyan.
Berpirsê Pêwendiyên Serokkomariya Îraqê Hawrê Tewfîq di konferanseke rojnamegeriyê de got, Serokwezîrê Îraqê têbîniyên şandeya Kurdistanê dibe civîna hikûmetê.
Çaresernekirina pirsgirêka nezelaliyê ya di zanyariyan de bûye pirsgirêkek.
Serjimêriya giştî ya şêniyan di qonaxa dorpêç û hejmarlêdanê de nakokî xistine di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Serokê Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed li ser serjimêriyê ji Rûdawê re axivî.
Pirsgirêk di qonaxa dorpêç û hejmarlêdana avahiyan û navnivîsîna serokên malbatan de derketin ku pêngava yekem a serjimêriyê ye û biryar e piştî 37 salan 20ê vê mehê were kirin.
Şandeyeke Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêkê çû Bexdayê.
Derbarê serjimêriyê de çar pirs nakokiyên sereke yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne.
Yekem ew e ku koçberên Ereb ên piştî 2014an çûne Başûrê Kurdistanê li gel çarenivîsa tomarkirina Kurdên wan herêman ku niha li Herêma Kurdistanê ne.
Duyem nebûna dema pêwîst a li pêşiya amadekariyên serjimêriyê.
Sêyem veqetandina 12 milyar dînarên Îraqî yên ji bo Herêma Kurdistanê ji tevahiya 470 milyar dînarî ku ji bo serjimêriyê hatine veqetandin.
Çarem jî çênekirina navendeke zanyariyên taybet a komkirina zanyariyan li Herêma Kurdistanê ye ku Hikûmeta Îraqê tebaxa borî biryara çêkirina wê daye û heta niha nehatiye çêkirin.
Pêvajoya dorpêç û hejmarlêdanê li Herêma Kurdistanê 1ê Çiriya Pêşînê dest pê kir.
Li herêmên di bin desthilata Hikûmeta Îraqê de mehekê berî wê dest pê kir.
“Çend pirsgirêkên me hene”
Birêvebirê Giştî yê Bicihkar ê Serjimêriyê yê Îraqê Elî Eryan li ser serjimêriyê û pirsgirêkan anî ziman:
“Çend pirsgirêkên me li hinek herêman hene ku wekî herêmên nakok tên binavkirin.
Me komîteyek ji bo wan herêman ava kiriye ku hevbeş e di navbera Wezareta Plandanînê ya Îraqê û Herêma Kurdistanê de.
Ji bo serjimêriyê rêkeftin li ser şêwazê karkirinê de hatiye kirin.”
Zanyariyên serjimêriya sala 1957an li Îraqê ji aliyê Kurdan ve bêhtir bawerî pê tê kirin.
Bi taybetî li ser hejmara şêniyan û dabeşbûna netewayan li navçeyên Başûrê Kurdistanê bi dil e.
Berdevkê Wezareta Plandanînê ya Îraqê Ebdulzehre Hindawî jî got:
“Cudahiya serjimêriya 2024an li gel wê ya sala 1957an hatiye kirin ew e ku serjimêriya 1957an serjimêriyek nebûye ji bo geşedanê lê ji bo tomarkirina zanyariyên kesan bûye û ji bo derxistina regeznameyan bûye.
Armanca serjimêriya îsal zanîna hûrgiliyên rewşa jiyana welatiyan û danîna planê ye ji bo baştirkirina rewşa wan e.”
Zêdetirî ji sedî 90ê karên qonaxên dorpêç û hejmarlêdanê li Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Heman kar li parêzgehên Îraqê ji sedî 98 hatine temamkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse