BEXDA- Malbatên Enfalkiriyan: Hikûmeta Beasê zarokên me birin hikûmetên nû hestiyên wan nadin

21-04-2025
RÛDAW
Dîmenê xwenîşanda malbatên Enfalkiriyan\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Dîmenê xwenîşanda malbatên Enfalkiriyan\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Bexda Îraq Komkujiya Enfalê Rejima Beisê
A+ A-

Bexda – Malbatên qurbaniyên Enfalê li Bexdayê civiyan, birînên wan hîn jî nû ne, qirika wan tijî girî ye û dilê wan jî tijî gazin in.

Malbat dibêjin, Hikûmeta Beisê û hikûmeta niha ya Îraqê wekî hevdû ne. Yekê ji wan zarokên wan birin û ya din jî hestiyê wan jî radestî wan nake.

Li pêşiya Saziya Şehîdên Îraqê, bi dehan malbatên Enfalkiriyan bi wêneyên ezîzên xwe civiyan.

Êşa windabûna ezîzên wan ji aliyekî ve û xemsarîya 22 salan a Hikûmetên Îraqa nû yên yek li dû yekê ve ji aliyê din ve, sedemên sereke yên xwenîşandana wan bûn.

Amîne Mihemed, yek ji malbatên Enfalkiriyan bi çavên tijî hêsir ji Rûdawê re got, "Dilê min ji bo birayên min tijî ye, ez diçim cem wan hemû li Semaweyê ne."

Ferec Ehmed jî ezîzekî xwe di Enfalê de winda kiriye û dibêje, "Em hatine vir civiyane da ku ew cenazeyên me bibin Kurdistanê cihê wan."  

Şukriye Fetah, keseke dine ku meriv û hezkiriyên xwe di Enfalê de winda kiriye û behsa êşên piştî Enfalê dike û dibêje:

"Birayê çû, min piştî Enfalê çend sal min perîşanî kişand. Dawiyê birayê min çû, ez filitîm, ez jî ji xeman re mam."

“Kes nîne guh bide Kurdan”

Reza Elî di nav qerebalixê de qîriya, "Dayîka min Enfalkirî ye, ez çawa wêneyê wê hilnegrim?

Bavê min şeş meh li Nûgre Selman bû, ez çawa wêneyê wî hilnegrim? Ez çawa neçim ba wî?"

Bêstûn Mihemed, endamê malbateke din ê Enfalkiriyan e û gazindan ji aliyên Kurdî dike û dibêje, "Sedema vê ew e ku niha kes nîne guh bide Kurdan.

Di navbera xwe de jî em ewqas li hev dixwînin, em hewla biratiyê nadin."

Piştî civîna civîna malbatên Enfalkiriyan a bi Serokê Saziya Şehîdên Îraqê re, wan daxwazên xwe pêşkeş kirin.

Nûnerê Malbatên Enfalkiriyan Hawar Dawûdî ji Rûdawê re got:

"Wî soz da ku dê daxwaznameyan bişîne Serokwezîrî û Komîteya Şehîdan a Parlamentoyê.

Me berê daxwaz kiribû ku em li gel Serokwezîr bicivin lê wî red kir. Em hêvîdar in ku di paşerojê de em karibin wî bibînin."

Li gorî amarên herî dawî, ji 182 hezar Enfalkiriyan, heta niha tenê cenazeyên 1,854 Enfalkiriyan di 8 qonaxan de hatine Herêma Kurdistanê.

Her wiha, termên 155 Enfalkiriyan jî li nexweşxaneya Tiba Dadî ya Bexdayê mane û li benda vegerandina Herêma Kurdistanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst