Dadgehê parlamenteriya Serokê Parlametoyê hilweşand

14-11-2023
RÛDAW
Nîşan Mihemed Hebûsî Serokê Parlamentoya Îraqê Dadgeha Federal a Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê biryara hilweşandina parlamenteriya Serokê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî da.

Dadgeha Bilind a Îraqê îro biryara hilweşandina endamtiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî derxist.

Wê dadgehê diyar kir ku ew biryara dawî ye û divê hemû rayedar pabendî wê biryarê bin.

Ji aliyê endamê Parlamentoya Îraqê Leyth El-Dilêmî ve li dijî Mihemed Helbûsî gilî hatibû kirin.

Li gorî medyaya Îraqî, Mihemed Helbûsî bi tohmeta gendelî û sextekariyê ji erkê xwe hatiye dûrxistin.

Helbûsî: Biryareke pir ecêb e

Helbûsî piştî biryarê daxuyanî da û got:

“Dadgehê endamtiya min a parlamenteriyê hilweşand. Biryareke gelekî ecêb û ti minakên wê nînin. Ez nizanim ji kû hat.

Ez dê ji bo parastina mafên xwe yên destûrî gavên qanûnî biavêjim."

Mihemed Helbûsî ji sala 2018an ve Serokê Parlamentoya Îraqê ye.

Helbûsî herî dawî di 9ê Kanûna Paşîna 2022yan de wekî Serokê Parlamentoyê hatibû hilbijartin.

Helbûsî di heman demê de serokê Partiya Teqedum a Sune ye.

Li gorî hevkêşeya siyasî ya ku piştî sala 2003yan li Îraqê hat çêkirin, Serokwezîrî dikeve destê Şîeyan, Serokê Parlamentoyê pişka Suneyan û Serokkomarî jî pişka Kurdan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst