Dadgeha Federal a Îraqê biryar li ser du wezaretên Herêma Kurdistanê da

11-02-2025
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Federal a Îraqê Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Federal a Îraqê doza daxwaza hilweşandina Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî û Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê red kir.

Daxwaz ji aliyê kesekî bi navê Xalid Mistefa Husên ve li ser bingeha madeyên 103 û 104ê yên destûrê hatibû pêşkêşkirin û gotibû ku divê ev sazî ne wekî wezaret, wekî saziyên xweser bixebitin.

Seroka Birêvebiriya Kar û Barên Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê Şermîn Behcet Xidirê ji Rûdawê re ragihand:

“Dadgeha Federal ji me re ragihand ku daxwaza hilweşandina her du wezaretan hatiye redkirin.”

Seroka Birêvebiriya Kar û Barên Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê Şermîn Behcet Xidirê diyar kir ku dadgehê bêyî rûniştinê ev biryar daye û got:

“Me di parastina xwe de anî ziman ku ev mijar ne meseleyeke destûrî ye û nakeve çarçoveya desthilata dadgeha federal.

Lê heta niha sedema biryara redkirinê ji me re nehatiye ragihandin.”

Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî ya Herêma Kurdistanê sala 2007an bi yasayeke Parlamentoya Kurdistanê û Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan jî bi yasaya hejmar 8a sala 2006an hatine avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst