Serokê Parlamentoya Îraqê: Vê hikûmetê ti pirsgirêk çareser nekirin

26-02-2025
RÛDAW
Nîşan Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn Mehmûd Meşhedanî Serokê Parlamentoya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî got, "Ev heyama parlamentoyê yek ji heyama herî xirab e û gelek pirsgirêk nehatine çareserkirin."

Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn îro dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.

Forum dê bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan

Serokê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî di panela ser navê "Nediyariyek li ser Paşeroja Rojhilata Navîn" de axivî.

Mehmûd Meşhedanî bal kişand ser vê yekê ku Îraq di nav nediyarieyeke mezin de ye û got, "Heta ku em welatê xwe ji nû ve ava bikin, pêdiviya me bi demê heye."

Meşhedanî li ser Îraqa nû axivî û wiha got, "Di nav 80 salan de me nekarî dewletekê ava bikin û [di sala 2003yan de] bi çavgirtineke kurt hilweşiya, piştre me ji sifirê dest pê kir."

Serokê Parlamentoya Îraqê derbarê rewşa herêmê got ku divê têkiliyên wan bi Amerîka û welatên bihêz re bi istîqrar bin û wiha got:

“Ji ber ku tiştên ku li herêmê diqewimin dibin sedem ku nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve were xêzkirin."

Mehmûd Meşhedanî got, “Dema ez têm Hewlêrê ez dibînim ku bi pêş ketiye û ez kêfxweş dibim çimkî Hewlêr beşek e ji welatê min.”

Meşhedanî bi van gotinan tekezî kir ku divê hemû aliyên siyasî yên Îraqê xwe wekî xwediyên welêt bibînin û ji bo pêşketina welêt hewl bidin.

Wî derbarê Tevgera Sedr de jî got, "Li Îraqê di gelek mijaran de nêrîna Tevgera Sedr nehat berçavgirtin lê divê bê ciddîgirtin."

"Îraq wekî depoyek rezerva enerjiyê ye"

Mehmûd Meşhedanî ragihand, "Îraq wekî depoyek rezerva enerjiyê ye. Hemû cîhanê, di nav de Amerîka û welatên Ewropayê, diparêze. Ji ber vê yekê divê Îraq bi aramî be.”

Piştî 22 salan ji rûxina rêveberiya Partiya Beasê, rewşa navxweyî û avakirina dezgehên Îraqê mijareke din a panelê bû.

Serokê Parlamentoya Îraqê got, "Eger partîbûn li ser şiyanên kesane zal bibe, avakirina dewletê dê gelekî bê derengxistin, heta mumkin e qet neyê avakirin. Partîbûn gendeliya îdarî, yasayî û darayî di xwe de dihewîne."

"Eger Konseya Federal hatiba avakirin, em dê ji gelek pirsgirêkan xilas bibûna"

Meşhedanî da zanîn ku ew di warê pêşketinê de dereng mane û wiha domand:

“Di sala 2003an de dewlet û sîstema rêveberiyê bi hev re hilweşiyan. Gendelî bûbû diyardeyeke civakî û di hikûmeta niha ya Îraqê de hat sînordarkirin."

Serokê Parlamentoya Îraqê Meşhedanî amaje bi wê yekê kir ku ew heyama parlamentoyê yek ji heyama herî xirab e û gelek pirsgirêk nehatine çareserkirin û wiha pê de çû:

"Yek ji hêzên ku di çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên îdarî û destûrî de rol dilîze, Konseya Federal e ku wê wekî parlamentoyeke bilind a li ser Parlamentoya Îraqê kar bike.

Lê heta niha nehatiye avakirin û pêşniyaryasaya wê li parlamentoyê ye. Eger Konseya Federal hatiba avakirin, em dê ji gelek pirsgirêkan xilas bibûna."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst