15 xizmên Dayê Şemê hatine kuştin: ‘Hestiyên min li min vegerînin’

02-08-2023
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kurdên Êzidî Şingal DAIŞ Komkujî Dayê Şemê Dayê Xezal
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – DAIŞê 33 xizmên Dayê Şemê revandin, 15 ji wan kuştin.

DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin. Bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin.

Her ku salvegera êrişa DAIŞê nêzîk dibe, xemên xizmên kuştî û revandiyan jî nûjen dibin û li Şingalê şîn tê girêdan.

Dayê Şemê yek ji wan kesan e ku xizmên wê ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin û revandin.

DAIŞê 33 xizmên Dayê Şemê revandin û 15 ji wan kuştin.

“Hestîkên wan li Bexdayê ne”

Dayê Şemêya ku ji wî çaxî ve li hêviya hestiyên xizmên xwe ye got:

“10 bûk keçên min vegeriyane, heft heşt kur û neviyên min vegeriyane û 15 jî hatine kuştin. Hestîkên wan li Bexdayê ne. Tiştê ku hûn ê ji min re kin, min hêviyeke mezin ji we hemûkan heye, hemû hewl bidin heta ku hûn hestîkên min vegerînin.”

Dengên girî, hewar û zêmaran ji mala Dayê Şemê ya li Kampa Çemişkoyê ya li Zaxoyê bilind dibin lê li Şingalê gelek kes li hêviya windakiriyên xwe û hestiyên xizmên xwe ne.

“Çavê me jî li rê ye birayê min, kezeb e”

Dayê Xezala ku çavên wê li rêya keçên wê ye jî wiha got:

“Ev 9 sal in ku çavên me li keçikên me neketine. Keçên me di Kampa Holê de ne û li derveyî kampê ne. Me hêvî ji Xwedê heye ku hikûmata Kurdistanê û ya navendî van keçikan xelas bikin ji me re. Çavê me jî li rê ye birayê min, kezeb e. Her deqeyek li me gelek e.”

Bi hezaran Kurên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin heta niha jî bêserûşûn in.

Herwiha, cenazeyên gelekan hîn jî di gorên bikom de ne.

Xizmên windakiriyan li hêviya dîtina wan, xizmên kuştiyan jî li hêviya hestiyên wan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst