Wezîrê Herêmî yê li Wezareta Dad û Koçê ya Herêma Baden-Wurttembergê Siegfried Lorek ji Rûdawê radigihand ku pirsgirêka koçberan "bi rastî astengiyeke mezin e" û "bi rastî jî rewş ji şiyana” wan derketiye.
Siegfried Lorek da zanîn ku tevaya Almanyayê dikare her sal 200 hezar koçberan wergire lê sala borî tenê li Herêma Baden-Wurttembergê wan nêzîkî 176 hezar kesan li Baden-Wurttembergê wergirt.
Lorek da zanîn ku wan nêzîkî 1000 keç û jinên Êzidî wergirtine û niha danûstandinan dikin ku nas û xizmên hinekan ji wan bibin Almanyayê.
Lorek roja 21ê îlona 2023yan bersiva pirsên peyamnêra Rûdawê Ala Şalî da û behsa pirsgirêka koçberan a li Almanyayê kir.
Siegfried Lorek gpt, "Her roj zêdeyî 300 kesî tê Herêma Baden-Wurttembergê. Bi rastî, em nikarin bi vî awayî berdewam bikin."
Vêga hejmareke herî zêde ya merivan ji Tirkiyeyê diçin herêma wan û doza mafê man û penaberiyê dikin, meha tebaxa îsal "nêzîkî ji sedî 40ê kesên ku daxwaza mafê penaberiyê li Herêma Baden-Wurttembergê kirin Tirk bûn."
Lorek eşkere kir ku niha li Herêma Baden-Wurttembergê 3275 xwediyên welatînameya Îraqê hene ku biryara dersînorkirina wan derketiye û got:
"Niha em li benda rêkeftina hikûmeta federal in, em dixwazin rêkeftinek li gel Îraqê bê kirin. Sala borî 471 Îraqî hatin vegerandin. Piraniya wan ji bo welatên sêyem hatin şandin, ango welatên ku ew jê hatibûn. Tenê 77 kes rasterast bo Îraqê hatin şandin."
Di heman demê de Logrek da zanîn ku sala bê bi gelemperî dê ji 150 ta 200 kesên Êzdî bibin Almanyayê û got: "Em niha lê difikirin û em dê îsal biryarê li ser bidin da ku em saleke din wan bînin."
Rûdaw: Rêzdar Lorek, gelek spas ji bo vê hevpeyvînê. Ez dixwazim pirsa min a yekem ev be; sedema sereke ya hemû dubendî û pirsgirêkên di navbera partiyên Almanyayê de li ser mijara koçberan, çi ye?
Lorek: Belê, ger em li rewşa niha binerin û di heman demê de em di navbera aliyan de li vê mijarê mêze bikin, gava ez li daxuyaniyên hikûmeta federal dinêrim, dibêjim gelo fêm kirine ka pirsgirêk bi rastî li ku ye? Li Almanya û li Baden-Wurttembergê jî mijara me ya koçberan heye. Bi rastî, ev kelem û astengiyeke mezin e.
Herêma Baden-Wurttembergê li başûrê komarê ye û 11 milyon niştecihên me hene. Em ji sedî 13ê kesên ku têne Almanyayê berpirsyar in. Heke em li hejmarên sala borî binêrin, me sala 2022yan nêzî 176 hezar kesan li Baden-Wurttembergê wergirt. Ji 176 hezar kesan re apartmanan an cihê niştecîbûnê peyda bike, li gel hemû tiştên ku divê ji bo wan werin kirin. Bi rastî, ev par astengiyek bû.
Bê guman, gelek Ukraynî jî di nav wan penaberan de hebûn. Îsal jî hatina bi qefleyan a koçberan didome. Bi rastî, rewş ji şiyana me derketiye. Li astekê ku em nikarin bi başî cih ji wan kesan re peyda bikin.
Rûdaw: Baş e, ez tenê dixwazim bizanim çima nakokî evqasî mezin in û hûn nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin?
Lorek: Bi baweriya min, nêrînên li ser mijara koçê di nav partiyan û di hikûmetê de jî cuda ne. Wekî mînak, wezîra navxwe di meha çiriya paşîna borî de got ti pirsgirêkên me yên koçê nînin. Nemaze vêga ku li Herêma Hessenê kampanyaya hilbijartinê heye, dibêje koç ne mijar e. Mijara hilbijartinê li wir nîne. Ev bi rastî dijwar e. Dema em bi berpirsên pêwendîdar ên piraniya herêman re diaxivin, dibêjin gelek pirsgirêkên me hene lê em fêm nakin çima hikûmet naxwaze rûbirûyî vê mijarê bibe!
Rûdaw: Baş e, nexwe bila ez vê pirsê wiha bikim, hikûmeta federal û herêma we, Herêma Baden-Wurttembergê, dixwazin vê kirîzê ji bo demeke dirêj çawa çareser bikin?
Lorek: Em tenê dikarin li ser asta Ewropayê vê pirsgirêkê ji bo demeke dirêj çareser bikin. Vêga rewşeke me heye ku gelek kes têne Ewropayê, di dawiyê de dixwazin werin Almanyayê. Niha ev astengî ye û Almanya daxwaz dike li ser asta Ewropayê were çareserkirin lê di heman demê de divê em li ser asta Almanyayê jî çareser bikin.
Bi rastî, gengeşeyeke siyasî ya mezin hewce dike ku em bibînin ka em dikarin çi bikin. Li gorî min, pêwîst e ku em nêrînên xwe li ser dîtina mijaran biguherînin. Ez niha dibînim ku Serokê Federal Frank Walter Steinmeier axivîye. Serokkomarê berê jî, Gaug, wî jî qal kiriye. Dibêjin em nikarin bi vî rengî bidomînin. Em êdî nikarin dom bikin.
Hatina koçberan bi awayekî zêde bûye ku tenê di duşema vê hefteyê de 510 kes hatin Baden-Wurttembergê. Di rojekê de! Ev krîzeke mezin e. Her roj zêdeyî 300 kesî têne Herêma Baden-Wurttembergê. Bi rastî, em nikarin bi vî rengî berdewam bikin.
Rûdaw: Piraniya şaredariyan heman tiştî dibêjin. Baş e lê hûn çawa dixwazin çareser bikin? Hûn dibêjin divê li ser asta Ewropayê were çareserkirin. Bi tevahî ji min re bibêje, mebesta te ji li ser asta Ewropayê çi ye?
Lorek: Ev çend xalên pir cuda ne ku divê em wan çareser bikin. Mijara yekem GEAS (Pergala Penaberiya Hevpar a Ewropayê) ye. Pêwîstiya me pê heye ku em sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi rêkûpêkî biparêzin. Divê rê neyê dayîn ku ew bi hêsanî rêwîtiya xwe ya ji bo Ewropayê û li hundirê Ewropayê bidomînin lê divê em li Almanyayê jî li ser guhertina qanûna alîkariyan û yasaya pergala sosyal bifikirin.
Li Almanyayê yasaya civakî pir û pir bilind e, em nikarin bi vî rengî bidomînin. Niha fraksiyoneke me ya parlamentoyê heye, fraksiyona Demokratên Xirîstiyan ku ez jî endamê wê me, em daxwaza kêmkirina alîkariyên darayî ji bo Ukrayniyan jî dikin. Kesên ku neçar in ji welêt derkevin ango bên şandin, ew jî alîkariyan werdigirin.
Em dixwazin ku ev veguhere hevkariya tiştan. Ango rasterast pere bi wan neyên dayîn lê tenê tişt bin, xwarin û pêdiviyên bingehîn ji wan re bên peydakirin û ji wiha ne zêdetir be. Gelek tişt hene ku divê em wan biguherînin, di nav wan de dersînorkirin jî. Eger mafê rûniştina kesekî li Almanyayê nebe, wê demê divê ji vî welatî derkeve û pêwîst e ev yek bê bicihanîn.
Rûdaw: Lê heta niha ev prose nayê bicihkirin?
Lorek: Li vir pirsgirêka me heye. Bila ez behsa Îraqê bikim, ji ber nebûna hemahengiyê ligel welatê koçberan e.
Rûdaw: Ez dê bîskeke din vegerim ser vê mijarê lê ez dixwazim bizanim hûn çawa li hemberî nerazîbûnên li ser vê mijarê li hundirê Almanyayê tevdigerin? Gelek kes ji hatina koçberan nerazî ne, daxwaza çareseriyê dikin, daxwaz dikin sînorek bê danîn, hin jî daxwaz dikin ku Almanya hejmareke diyarîkirî wergire. Gelo li gor we ev çareserî ye?
Lorek: Li gorî min, tenê dema ku ev nerazîbûna xelkê nemîne, em dikarin piştrast bibin. Bi rastî nerazîbûn rewa ne, divê hejmara hatina koçberan bi awayekî berbiçav were kêmkirin. Ev daxwaziyek e ji hikûmeta federal û ji Ewropayê re. Wekî Herêma Baden-Wurttembergê, em nikarin bandorê li ser kêmkirina hatina koçberan bikin. Divê em pabendî wergirtina ji sedî 13yê koçberan bin. Ango divê bi cidî hatina koçberan bê sînordarkirin. Wekî encam, divê hikûmeta federal tedbîrên guncav wergire. Yek ji tedbîrên ku hêvî dikim di zûtirîn dem de were bicihkirin, derxistina biryarekê ye ku Gurcistan û Moldova wekî welatên ewledar nas bike.
Çima ev girîng e? Qene em zûtir bikarin xelkên wan welatan vegerînin welatên wan. Xelkên Gurcistanê mafê penaberiyê werdigirin ji ber ku qaşo îzolekirî ne ku ev bi rêjeya ji sedî 1ê kêmtir e. Ango xelk li Gurcistanê ne li jêr metirsiya îzolekirinê ne. Yan jî ji ber nexweşiyê mafê penaberiyê distînin. Paşê dikarin werin, ji bo kar bikin û em bixêrhatina wan jî dikin lê bi vîzeyê, ne wekî penaxwaz. Xalên ku divê hikûmeta federal wan di zûtirîn dem de cîbicî bike, ev in.
Rûdaw: Lê piraniya koçberan ne xelkê Moldova û Gurcistanê ne?
Lorek: Rast e lê koçberên Gurcistanê niha ji sedê 5 in ku qet ne hindik e. Heke tu bikarî wî ji sedî 5ê kêm bikî, nexwe tu dikarî hin zextê ji holê rakî. Wê hingê tu dikarî ji kesên ku bi rastî hewcedarî parastinê ne bêtir haydar bî. Ya ku niha li cem me heye jî ev e. Bê guman hatina xelkê ji Ukraynayê bi hejmareke mezin berdewam dike. Meha borî, herî zêde koçberên Tirk hatin Baden-Wurttembergê. Meha borî, nêzî ji sedî 40ê kesên ku doza mafê penaberiyê li Baden-Wurttembergê kirin, Tirk bûn.
Rûdaw: Baş e, ez dixwazim ji we bipirsim, gelo dikarim bizanim şiyana wergirtina Almanyayê ya koçberan di salekê de, li gorî te, çend e?
Lorek: Me sînorê şiyana xwe derbas kiriye.
Rûdaw: 200 hezar kes e?
Lorek: Erê lê bi nêrîna min, zehmet e em bi hejmarê diyar bikin. Bi dîtina min, ev hejmarek e ku em dikarin kontrol bikin. Lê par tenê li Baden-Wurttembergê, me 176 hezar koçber wergirtin. Loma ger 200 hezar ji bo tevahiya Almanyayê bin, wê demê 26 hezar dê ji bo Baden-Wurttembergê bin.
Bi baweriya min, em pir bi başî dikarin ji heqê vê bêne der. Lê îsal, ez texmîn dikim ku me di dawiya meha îlonê de, 26 hezar ji bo Baden-Wurttembergê derbas kiriye. Paşê mehên din tên. Par, meha mijdarê, herî zêde koçber hatin, çimkî koçberên ku havînê dabûn rê, derengî havînê û payîzê yan destpêka zivistanê digihin bal me. Ango em pêşbînî dikin ku hejmar bi berdewamî zêde bibin. Ji bo vê jî wêneyên Lampedusayê rewşê nîşan didin.
Rûdaw: Ez jî dixwazim amaje bi vê yekê bidim, gelo di vê rewşa niha de, peymana Tûnisê çiqasî girîng e? Gelo dema sînor bi hejmar ji bo hatina koçberan were danîn, wekî nimûne 200 hezar, paşê koçberek tê ku bi rastî pêdiviya wî bi alîkariyê heye lê ev hejmar hatiye derbaskirin, baş e, ma divê ew koçber bê dersînorkirin?
Lorek: Pirsgirêka danîna sînorê bi hejmar ev e. Hemû vê dibêjin lê li gorî min, em dikarin wekî rêjeyekê ji bo arasteyê pabendî wê bibin. Bi dîtina min, pêwîstiya me bi van peymanên vegerandinê heye. Hikûmeta federal niha rasparteyek ji bo van karan daniye, her çend sal û nîvek ji me re pêwîst bû heta ku ew postê taybet bi vî karî çêkirin. Pêdiviya me bi wê peymanê heye, rêyeke din nîne.
Herwiha, kesên ku mafê wan ê parastinê nîne, dikarin bi zorê bên vegerandin. Ev karek e ku divê em bi cih bînin, çimkî em deyndarên gelê xwe ne. Bi rastî, kesên ku sûcên giran dikin, divê em her tiştî bikin da ku wan ji vî welatî derxin.
Rûdaw: Çima Almanyayê nikarîbû plana Ewropayê, plana mekanîzma wergirtina koçberan bi cih bîne, nîvê wê hejmarê hatine wergirtin?
Lorek: Mebesta te bernameya xwebexş a wergirtinê ye? Erê, ez rast dibînim ku Almanya niha ev mijar rawestandiye. Îtalya pir eşkere pergala Dublinê red dike. Heta ku Îtalya vê pergalê bi cih neyîne û li gorî qanûnê tevnegere, em ê jî van tedbîrên xwebexş ên wergirtina koçberan bi cih neyînin. Hemû cihên me bi koçberan hatine dagirtin. Wekî nimûne, cihên niştecîbûnê tije ne. Berlînê di destpêka hefteyê de ragihand ku tenê cihê wan ji 200 kesan re heye. Bi vî rengî be, divê heya îro tijî bûbin û em paşê nikarin ji wiha zêdetir wergirin, çimkî gelek kesên ku gihîştine Ewropayê rêwîtiya xwe ya ber bi Almanyayê didomînin û ev ji bo me pirsgirêk e.
Rûdaw: Çima, sedem çi ye?
Lorek: Ji ber hin sedemên cuda cuda ye. Bê guman, revendeke me ya mezin heye ku xelk dixwazin werin vir ba nas û xizmên xwe. Paşê, bê guman, bazareke kar a balkêş li Almanyayê heye û divê em bibêjin ku yasayeke me ya niştecîbûnê ya lîberal jî heye. Gelek kesên ku bi serdan hatine, paşê xwe bi awayekî dihêlin û rêyekê dibînin û bi awayekî moleta niştecîbûnê distînin. Bi dîtina min, gelek sedem hene ku komî ser hev dibin û bê guman yasaya me ya alîkariyan beşek jê ye. Alîkariyên me yên darayî bilind in û loma bi baweriya min, pir girîng e û divê asta alîkariyê cardin were kêmkirin.
Rûdaw: Kontrolkirina sînoran pêwîst e?
Lorek: Bi rastî tiştekî wisa ji bo devera Ewropayê tune ye. Bi baweriya min, niha pêdiviya me pê heye lê eger em çareser nekin, divê em ber bi kontrolkirina sînoran ve biçin.
Rûdaw: Tu alîgirê vê yekê yî?
Lorek: Erê…lê li Ewropayê ti carî ne pêkan e sînor bi tevahî werin girtin. Ger em bibînin, Baden-Wurttemberg hevsînorê Swîsrayê ye ku bi rastî devereke sînorî ya derveyî YEyê ye. Her roj 60 hezar kes seba kar tên û diçin; devereke aborî ye. Em nikarin wan tevan her roj kontrol bikin, ev dijwar e lê pêdiviya me bi kontrola guncav heye da ku tu bikarî vegerandinê bi cih bînî û qanûna pêwîst ji bo vê armancê hebe.
Rûdaw: Ev yek dê çawa were cîbicîkirin?
Lorek: Ev niha jî tê kirin. Mebesta min ew e ku ti sînor qet bi tevahî nayê girtin lê di dawiyê de, pêdivîya me bi parastineke rast a sînorên derveyî heye. Di rastiyê de, ji bo parastina sînorên derveyî, divê em ji sînorên derve yên Ewropayê dest pê bikin. An jî di warê rizgarkirina deryayî de, bi nêrîna min rast e ku em wan mirovan ji Deryaya Navîn rizgar bikin lê paşê wan vegerînin bendera herî nêzîk, ango cihê ku xelk jê tên, ne ku paşê wan bînin Ewropayê. Bi baweriya min, rast e û divê em koçberan rizgar bikin. Rast û girîng e lê divê paşê bên vegerandin da ku bizanin ev ne rêya koçkirinê ye û bi nêrîna min, wê demê dê kesên kêmtir bidin ser vê rêya metirsîdar.
Rûdaw: Ka em behsa koçberên Îraqî bikin, ez dixwazim bizanim gelo dosyeya şandina penaxwazên Îraqî gihişte ku? Gelo Îraqî dê mafê penaberiyê wergirin?
Lorek: Erê, hin Îraqî dê mafê manê bi dest bînin. Li nik me, rêjeya Îraqiyên ku mafê manê werdigirin di navbera ji sedî 20 ta ji sedî 25an de ye lê di rastiyê de, ev tê wateya ku divê ji sedî 75 ta ji sedî 80ê vegerin. Qet mafê manê wernagirin.
Rûdaw: Hejmara Îraqiyên ku biryara vegerandina wan derketiye, çend e? Ger hejmarek li ba we, li Baden-Wurttembergê hebe?
Lorek: Ez tenê dikarim behsa hejmara Herêma Baden-Wurttembergê bikim. Niha li Baden-Wurttembergê 3275 kes hene ku erkê vegerandinê li ser wan heye û ji Îraqê hatine. Dersînorkirin pir kêm e, di van salên dawî de, vegerandin yekhejmarî, ji 1 heta 9 bû, ango hertim ji 1 heta 9 kesan bû. Bi rastî pir hindik e. Loma em niha li benda rêkeftina hikûmeta federal in, em dixwazin rêkeftin li gel Îraqê were kirin. Bi rastî pêwîst e lê gelek rewşên me hene ku ew jî razîbûna vegera bi dilxwazî ye, çimkî gelek kes hene ku bi baldarî hatine şîretkirin û dê bi dilxwestin vegerin Îraqê.
Rûdaw: Hejmara kesên ku bi xwe dixwazin vegerin Îraqê çend e?
Lorek: Par, li Herêma Baden-Wurttembergê 907 kesan bi xwe xwest vegerin. Heke em behsa dersînorkirinê li seranserê Almanyayê bikin, par 471 Îraqî hatin vegerandin. Piraniya wan ji bo welatê sêyem hatin vegerandin, welatên ku ew ji wan hatibûn. Tenê 77 kes rasterast ji bo Iraqê hatin şandin.
Rûdaw: Haya cenabê te jê heye ku hîn hin navçeyên Îraqê ne aram in, wek mînak, Şingal û Deşta Nînowayê, tevî vê rewşê jî hûn hîn koçberan dersînor dikin?
Lorek: Erê, lê ji bo navçeyên ewle yên Îraqê. Em van kesan vedigerînin navçeyên aram. Paşê ew kes bi xwe diçe ku li Îraqê, ev biryara wî ye. Em kesî naşînin navçeyên nearam, lê bê guman paşê diçe ku derê, ev biryara wî bi xwe ye.
Rûdaw: Herêma cenabê we bi bernameyeke taybet gelek Kurdên Êzidî wergirt. Gelo di plana we de heye ku hûn hejmareke din a Kurdên Êzdî wergirin?
Lorek: Erê, ev programa me hebû. Me nêzîkî 1000 keç û jinên Êzidî wergirt. Dema pêkanîna hikûmetê bi hevpeymaniya Kesk û Xirîstiyan Demokrat, me li hev kir ku em bernameyeke din a pir biçûk saz bikin da ku em nêzîkî 200 Êzdiyên din jî bînin Almanyayê. Em vêga di danûstandinan de ne ku li ser li hev bikin lê dê di warê jimarê de pir kêmtir be. Dê hin bernameyên berê bên temamkirin û dibe ku nas û xizmên hinekan ji wan li wir mabin, em dê wan û hejmareke kêm a din jî bînin lê hejmara wan bi giştî dê di navbera 150 û 200 kesan de be. Em aniha lê dihizirin û em dê îsal biryarê li ser bidin ku em wan sala bê bînin.
Rûdaw: Tiştekî din jî ku ji bo me balkêş e em bizanin, ew e gelo hûn di wê baweriyê de ne ku di demeke nêz de rêkeftinek ligel Îraqê bê kirin?
Lorek: Haya min jê nîne gelo lihevkirinek çêbûye yan na lê haya min jê heye ku di gotûbêjan de bûn. Min daxuyaniyek xwendibû ku [peyman] temam bûye lê gihiştine ku haya min jê nîne. Ev di desthilata hikûmeta federal de ye.
Rûdaw: Ez dixwazim bizanim ji bo hêza kar, şiyana Almanyayê ya wergirtina çend koçberan heye?
Lorek: Bi rastî, hewcedariya me bi gelek hêza kar heye. Ez ji her kesî re pêşniyar dikim, wekî mînak, li portala make-it-in-germany.comê binêrin. Hûn dikarin li wir têkildarî mercên hatina Almanyayê hemû zanyariyan bi dest bînin. Bi hebûna bawernameya guncav, şensê meriv baş dibe ku were Almanyayê. Seba vê hin hêsankariyên din jî hatine kirin. Pêwîstiya me pê heye ku ew mirov xwediyê bawernameyeke pîşeyî be, her wisa bawernameya zanîna zimên jî pir girîng e.
Rûdaw: Divê çi şiyaneke wan hebe?
Lorek: Mercên cuda cuda hene. Li gor ka çi bawernameyeke te di karê te de heye. Carinan, pêdiviya te bi şehrezatiya zimên nîne. Divê tu li gor karê xwe zanyariyan werbigirî.
Rûdaw: Baş e, di kîjan warî de, pêwîstiya we bi hêza kar heye?
Lorek: Bi rastî, di warê IT de pêdiviya me bi hêza kar heye lê wek nimûne di warê perestariyê de jî pêwîstiya me bi xelkê heye. Bernameyeke me ya pir balkêş heye ku ew kes dikare were vir û li vir hînî zimên bibe û paşê hînî pîşeyê bibe. Bi kurtî, hewcedariya me pir bi hêza kar a profesyonel heye, lê bi şertê ku jêhatîbûn û şiyana wan di wan karan de hebe.
Rûdaw: We berê tevlîhevkirina koçberan û hêza kar wekî xeletî bi nav kir, mebesta we çi bû?
Lorek: Her tim têne tevlihevkirin. Ew du tiştên lap cuda ne. Ji aliyekî ve, mafê me yê penaberiyê heye, ango em mafê parastinê didin kesên ku tên perçiqandin. Ti têkiliya vê bi koça hêza kar re nîne. Her tim ew gotûbêja me heye ku qala guhertina arasteyan tê kirin. Penaxwazek wek karkerekî jêhatî bê pejirandin, lê ger mafê mana kesekî hebe, dikare bixebite jî.
Em li bendê ne ku kesek mafê mana li vir bistîne, di dawiyê de kar bike û pereyên debara xwe peyda bike. Karê rast ev e lê heke kesek ji welatekî bi temamî aram were, dikare wekî karkerekî were Almanyayê. Ev bi tevahî guncav e, lê ne bi rêya penaxwaziyê. Mixabin, ev di danûstandinên siyasî de tê tevlihevkirin. Dibêjin ew hemû koçber hêza kar in. Na ne wisa ye, çimkî li bawernameyên koçberan binêre, ne hêza kar in. Li vir, hêza kar ji koçberan cuda ye lê bê guman hin koçber jî hene ku pêdiviya wan bi mafê parastinê heye û bawernameyên wan ên baş jî hene ku piştî ku pêvajoya penaxwaziya wan qediya, dikarin kar bikin.
Rûdaw: Birêz Lorek, kirîza ku niha li Almanyayê heye, sala 2015an jî, di dema desthilata Merkel xanimê de derket holê, cenabê te endamê Partiya Demokrat a Xiristiyan in ku mezintirîn partiya opozîsyonê ye. Wê çaxê got em dikarin. Îro jî heman arîşeya me heye û hûn bi tundî vê rewşê rexne dikin, Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê ku partiyeke rastgir e, ji vê rewşê sûd werdigire û tirsê dixe dilê xelkê. Vêga tê gotin ku partiya cenabê we nêzî nêrînên wê partiyê ye, hûn çi dibêjin?
Lorek: Bi baweriya min, hemû biryarên sala 2015an ne rast bûn. Li gorî min, rast bû ku me ew mirov li Budapeştê rizgar kirin lê bi dîtina min em niha ber bi pergalek dabeşkirina Ewropî ve diçin. Bila ji bîra me neçe ku Merkelê salên 2015 û 2016an ragihand ku divê ev dubare nebe lê ger em niha li hejmaran binêrin, em ê bibînin ku heman tişt dubare dibe û pir pir xirabtir e jî.
Loma ez çaverê dikim ku hikûmeta federal kar bike. Gava ez mêze dikim ku wezîra navxwe mijdara sala par got "pirsgirêka me ya koçberan nîne", min got "ew kes xwe çi dihesibîne?" Niha di destpêka îlonê de di hevpeyvînekê de got "Mijara koçberan ne mijareke kampanyaya hilbijartinên Herêma Heissenê ye." Niha divê êdî hikûmeta federal di zûtirîn dem de li çareseriyekê bigere. Ti berpirsiyariya Demokratên Xiristiyan di hikûmetê de nîne lê bi baweriya min, em mijaran destnîşan dikin û bendewariyan jî ji wan dikin. Peymana Almanyayê ya ji bo çareserkirina mijara koçberiyê ji aliyê şêwirmend ve hat. Niha pêwîst e hemû partiyên demokratxwaz mil bi mil bixebitin da ku di dawî de rewş bê çareserkirin, lê xuya ye ku haya hin partiyên siyasî bi nemaze jî baskê çepên Partiya Kesk û Sosyaldemokratan ji rewşê nîne.
Rûdaw: Li çar herêmên vî welatî Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AFD) di rapirsiyan de ji sedî 30ê dengan standiye. Ma ev we natirsîne?
Lorek: Bê guman me ditirsîne, loma jî ez hêvî dikim ku hikûmeta Almanyayê pirsgirêkê çareser bike. Divê demildest çareseriyekê bibînin, êdî em nikarin di birêvebirina vê hejmara zêde ya koçberan de serkeftî bin.
Rûdaw: Partiya we dixwaze vê pirsgirêkê çawa çareser bike?
Lorek: Pirsgirêk ewqasî aloz û dijwar e, tenê yekî çareserî jê re nîne. Çend beş in ku divê bi hev re bên danîn, wek Qanûna Alîkariyên Diravî. Wek mînak, piraniya koçberên Ukraynayê ku berê li welatên din ên Ewropayê bûn, niha tên Almanyayê, lê di beşa penaberiyê de jî ji ber xizmetguzariyên ku li vir werdigirin, gelek kes tên Almanyayê.
Pêwîstiya me pê heye ku em dozên mafê penaberiyê zûzûka yekalî bikin da ku ew kes zû werin vegerandin. Welatên din di vî warî de xwedî tecrubeyên baş in. Ger doz bi lez bên çareserkirin û ew kes li welatê wan bên vegerandin, wê demê dê ev nûçe zû belav bibe û êdî kesên din nayên. Ango gelek tedbîr hene ku pêdiviya me bi wan heye.
Tiştekî din jî pêwîstiya me pê heye, divê bê virde wirde kesên ku sûc kirine pir bi tundî werin vegerandin û divê sûcên ku hatine kirin bandorê li dozên wan ên mafê penaberiyê bike. Ji ber vê yekê divê dubare hatina wan bê qedexekirin. An wekî mînak, tedbîreke me ya yasayî heye, heke daxwaznameya kesekî hatibe redkirin û ji bo berdewamkirina doza xwe daxwaznameyeke din pêşkêş bike an daxwaznameyê li ser daxwaznameya berê pêşkêş bike, divê neyê dersînorkirin. Divê hikûmeta federal zûtirkê kar bike û vê çewtiya qanûnî ji holê rake.
Rûdaw: Pirsa min a dawî ji we ev e, gelo Îraq ji bo we welatekî ewle ye?
Lorek: Bi baweriya min, ger li nûçeyan binerin, her çend ez ne pisporê siyaseta derve me, lê li Îraqê hin cih hene ku ewle ne û hin jî kêmtir an neewle ne. Ji bo me girîng e heke em kesekî paşde bişînin, em wî bişînin deverên ewle. Bi dîtina min, divê welatiyên Îraqê berî bên Almanyayê, li ser vê yekê bifikirin.
Rewşa Almanyayê ewqas aloz e, mîna salên 2015 û 2016an, pirsgirêka me ya bicihkirina koçberan heye. Divê li bendê bin heta kesek ji Iraqê were, nikare biçe apartmanê, çimkî cih li ba me nemane. Divê ew li bendê bin ku em wan bibin salonên werzişê yên dibistanan, ji ber ku cihên me nînin. Niha rastî ev e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse