Hewlêr (Rûdaw) – Fokusa vê bernameya “Hîn jî Maye” ya Hêvîdar Ehmed li ser çîrokên bi şewat ên zewicandina zarokan e.
Parlamentoya Îraqê guherîna Qanûna Rewşa Kesayetî pejirand ku rê dide oldarên Şîe li ser bingeha mezheba Ceferî girêbestên zewacê ji bo keçan pêk bînin.
Di rapoteke meydanî de eşkere dibe ku li parêzgehên başûrê Îraqê keçên temenê 12-13 salî tên zewicandin.
Li navçeyên Museyeb û Um El-Hamamê, çend hemşîre û karmendên tenduristiyê diyar kir ku rêjeya zewaca keçên zarok di du salên dawî de zêde bûye. Hemşîreyekê aşkere kir ku nêzîkî ji sedî 80yê keçên wan herêman di temenê zarokatiyê de mêr dikin.
Parlamenter û parêzera mafên jinan Dr. Şoruq Ebayîçiyê vê yasayê wekî "karesatekê" bi nav dike û dibêje: "Ev hewldaneke cidî ye ji bo Îraq vegere serdemên tarî."
Her çi qasî yasa 15 salî wekî temenê yasayî yê zewacê diyar bike jî oldar dikarin girêbestên zewacê ji bo keçên temenê biçûktir pêk bînin û pişt re li dadgehê qeyd bikin.
Êdî keç di temenekî biçûk de kirasên bûkîniyê li xwe dikin û dibin dayik. Pişt re, wekî ku wan bi xwe bi belgeyî behs kiriye, beşek ji wan tên berdan û her di temenekî biçûk de dibin jinebî.
Deqa bernameya "Hîn jî Maye" ya Hêvîdar Ehmed pêşkêş dike bi navnîşana: "Bêtawan û Bêdeng" wiha ye;
Em ber bi kûrahiya başûrê Îraqê, diçin navçeya Museyebê ya girêdayî parêzgeha Babilê, 80 kîlometre dikeve başûrê Bexdayê.
Zewicandina keçeke zarok ez neçar kirim ku ez vê rêyê bigirim, divê ez mala wê bibînim.
Ev her du ciwanên li ser vê motorsîkletê cihê mala wê keça zarok dizanin, didin pêşiya min, ev der taxeke xizan e li Museyebê.
Ez gihîştim malê, derî û dîwar û xaniyê wê ji min re dibêjin ku ew bindestê xizaniyê ne, min li derî xist, keçeke dilgiran û zarokeke bêtawan û xweşik, derî vekir; ew bi xwe ye. Temenê Xedîrê 13 sal e, mêr kiriye û telaq jî daye.
Xedîr nizane em kî ne, çima hatine mala wan, ji me re got "fermo", dema ku zanî axaftina me li ser zû bizewicandina keçên zarok e, Xedîrê hest bi nêzîkbûnê kir, çiqas li Xedîrê dinêrim ji min re zehmet e ku bibêjim ev keça zarok jinebî ye, dayika wê axaftin ji devê keça xwe wergirt.
Hêvîdar: Silav, çawa yî? Em dikarin bi te re biaxivin?
Xedîr Necim: Belê hûn dikarin, hêvî dikim hûn bisekinin.
Hêvîdar: Baş e, înşalah. Navê te çi ye?
Xedîr Necim: Navê min Xedîr e.
Hêvîdar: Xedîr... Xedîr Necim?
Xedîr Necim: Belê.
Hêvîdar: Nasname li cem te ye?
Xedîr Necim: Belê, heye.
Hêvîdar: Ji kerema xwe re bîne.
Xedîr Necim: Na, ne li cem min e.
Hêvîdar: Me bihîst ku te mêr kiriye.
Xedîr Necim: Belê.
Hêvîdar: Çiqas li ser derbas bûye?
Dayika Xedîrê: Nêzîkî salekê.
Hêvîdar: Salek?
Dayika Xedîrê: Belê.
Hêvîdar: Paşê çi qewimî?
Dayika Xedîrê: Piştre telaq da.
Hêvîdar: Çima telaq da?
Dayika Xedîrê: Malbata mêrê wê ne mirovên baş bûn, nikarîbû bi wan re biji li wê didan.
Hêvîdar: Mebesta te ew e dayika Xedîrê temenê wê 13 sal bû? Di 13 saliya xwe de mêr kir?
Dayika Xedîrê: Belê, bi dilê xwe bû.
Hêvîdar: Temenê te çend bû dema te mêr kir?
Dayika Xedîrê: Ez nizanim, zarok bûm.
Hêvîdar: Nêzîkî çend?
Dayika Xedîrê: Bi Xwedê ez nizanim, ji ber ku ez nexwendî me.
Xedîr Necim: Temenê wê di zewaca yekem de 14 sal bû.
Hêvîdar: 14 sal... tu jî 12 sal. Wê mijarê bandor li te kir?
Hêvîdar: Li malê tu digirî?
Dayika Xedîrê: Belê, pir digirî.
Hêvîdar: Çima digirî?
Dayika Xedîrê: Digirî û êşê dikişîne ji ber ku hîn zarok e.
Hêvîdar: Careke din dê bizewice?
Xedîr Necim: Xwedê mezin e.
Dayika Xedîrê: Înşalah dê mêrekî ji yê berê baştir bibîne.
Dayika Xedîrê keça xwe fêm nekiriye, zewac di wî temenî de biryareke lez e, poşmanî li dû ye.
Xedîr hîn jî dixwaze li taxê tevlî hevalên xwe bibe û lîstikan bilîze wek zarokekê dikene lê roja zarokatiya wê zû çû ava.
Em diçin nav navçeya Museyebê, piraniya niştecihên wê Şîe mezheb in. Jiyana hevjînî û zewaca keçan li vê herêmê cuda ye.
Nivîsîna li ser dîwarê malê ez rawestandim. Ev mala dayika Muheymen e, Um Muheymen hemşîre ye... mala wê tijî çîrokên wan jinên hîn zarok in û dibin dayik e.
Li mala Um Muheymenê odeya zarokbûnê heye, dibêje jinebiyên wek Xedîr gelekî zêde ne. Gelek zarok hene dibin dayik.
Um Muheymen: Belê, Wezareta Tenduristiyê destûr daye min.
Hêvîdar: Ji Wezareta Tenduristiyê? Ew nexweşên tên cem te, naçin nexweşxaneyan?
Um Muheymen: Na, serdana klînîkên taybet dikin.
Hêvîdar: Cihê te yê taybet heye?
Um Muheymen: Belê, cihê min ê taybet heye, her tişt tê de heye.
Hêvîdar: Yanî wekî nexweşxaneyê ye?
Um Muheymen: Belê, ev klînîka taybet e, ne nexweşxane ye, hemû ew pêdiviyên ku zarok hewce pê heye tê de hene.
Hêvîdar: Dayik û zarok?
Um Muheymen: Belê, dayik û zarok.
Hêvîdar: Kar li ku derê tê kirin?
Um Muheymen: Li vir tê kirin... ev cihê taybet ê zarokbûnê ye. Ev jî dergûşa taybet e ji bo zarokan.
Hêvîdar: Dayik di çi temenî de tên vir?
Um Muheymen: Ji her temenî û ji hemû parêzgehan tên.
Hêvîdar: Temenê herî biçûk çend e?
Um Muheymen: 12 û 13 sal.
Hêvîdar: 12 û 13 sal?
Um Muheymen: Belê, di temenê 12 saliyê de mêr kiriye û di temenê 13 salî de ducanî dibe.
Hêvîdar: Bi mêrên xwe re tên an bi tenê?
Um Muheymen: Na, bi mêrên xwe re tên.
Hêvîdar: Yanî bi fermî zewicîne?
Um Muheymen: Bi fermî, lê piraniya wan bo mînak girêbestên xwe qeyd nakin, yanî girêbest li dadgehê tune.
Hêvîdar: Li cem mele.
Um Muheymen: Belê. Di vî temenî de dayik negihiştiye, nikare çavdêriya zarok û mêr bike. Ew bi xwe hîn zarok e.
Hêvîdar: Ev cure zewac zêde bûne?
Um Muheymen: Belê, zêde bûne bi taybetî van demên dawî lê piraniya wan bi veqetandinê bi dawî dibin. Min bi xwe keça xwe di zarokatiyê de da bi mêr.
Hêvîdar: Temenê wê çend bû?
Um Muheymen: Temenê wê 13 yan 14 sal bû.
Ez dixwazim di vê mijarê de kûrtir bibim, perdeyên zêdetir li ser rewşa zewicandina keçên zarok li Îraqê radikim, divê ez ber bi başûrê Îraqê biçim.
Me rêya parêzgeha Kerbelayê girt, li Um El-Hamamê sekinîm, ez çûm mala Um Elayê, ev jin jî hemşîre ye, min xwe avêt hundir.
Um Ela alîkarya me dike, ew jî ji ducanîbûna keçan a ji zarokatiyê dilgiran e, hemû gotinên wê li ser zewicandina keçên biçûk ên herêmê ne, dibêje karesat piştî zewacê dest pê dike.
Hêvîdar: Temenê wê keça herî biçûk a hatiye cem te çend bû?
Um Ela: 13 sal.
Hêvîdar: Di temenê 13 salî de zarokê wê çêbû?
Um Ela: Belê, zarokê wê çêbû.
Hêvîdar: Ev tê wê wateyê ku di temenê 12 salî de mêr kiriye.
Um Ela: Belê.
Hêvîdar: Li vê herêmê?
Um Ela: Belê, li vir zewaca keçên biçûk gelekî hêsan e.
Hêvîdar: Di vê herêmê de ew dawetên ku te dîtine temenên bûk û zavayan çend bû?
Um Ela: Di daweta dawî de, kur 12 salî bû, di pola şeşemîn a seretayî de bû, keçik jî di pola pêncemîn a seretayî de bû.
Du salan bi hev re man, pişt re pirsgirêk derketin û wan telaq da, pişt re careke din zewicîn. Li vir rêjeya telaqê zêde bûye ji ber ku keçik zarok e û fêm nake.
Hêvîdar: Rêje çi qas e? Ji sedî 10? Ji sedî 20? Ji sedî 30?
Um Ela: Ji sedî 80.
Hêvîdar: Ji sedî 80yê keçan di temenekî biçûk de dizewicin?
Um Ela: Erê, di temenê 12 saliyê de û bêyî daxwaza xwe.
Hêvîdar: Bêyî daxwaza xwe
Um Ela: Yanî pirsgirêk ne tenê zewaca di temenê biçûk de ye lê her wiha ew e ku bêyî daxwaza wan tê kirin.
Um Elayê ji min re got, "Te çi dîtiye, kurekî zarok di pola çaran a seretayî de ye, jin jê re anîne, telaq daye û jineke din jî aniye."
Um Elayê di berdewamiyê jî de got, "Rûne neçe" û yekser telefonî rêvebirê dibistanê kir, got "Were vir karê min bi te heye."
Mamoste Ubeyd yekser hat, min jê pirsî ev tişt rast e, got "Bi Xwedê rast e." Civata Um Elayê ciavteke xweş bû, li wir mam, got keçek anîn cem min xesûya wê jî pê re bû, gotinên Um Ela li ser vê jina zarok ez şok kirim.
Mamoste Ubeyd Xizir: Xwendekarekî min hebû di pola çaran a seretayî de, rojekê hat 15 rojan destûr xwest. Min jê re got dibistan 15 rojan destûr nade û em nikarin vê cûre destûrê bidin. Min jê pirsî: "Te çima 15 roj divên?" Got: "Ez dixwazim bizewicim." Bi rastî ez keniyam li vê ramanê di vî temenî de, wî jî şerm kir. Bi rastî zewicî û venegeriya dibistanê. Piştî demekê, min li kolanan dît, min silav lê kir û min jê pirsî ka rewşa wî çawa ye, got: "Min telaq da û jineke din anî."
Hêvîdar: Telaq da û derî ji vê diyardeyê re vekir.
Mamoste Ubeyd Xizir: Ev qanûn destûrê didin van tiştan.
Um Ela: Pirsgirêk ew e ku bêyî girêbesta dadgehê jinê tînin, tenê bi girêbesta mela.
Hêvîdar: Mirovên olî.
Um Ela: Erê, mela. Ez belgeyên wan derdixim tên werdigirin lê ev dereng ketine û hîn nehatine wergirin.
Hêvîdar: Heta kengî wernegirtine?
Um Ela: Heta niha wernegirtine.
Hêvîdar: Tu di salekê de nêzîkî çend zarokan diwelidînî?
Um Ela: Di salekê de? Na, bila bi mehan hesab bikim. Hinek caran 28, 25, 20, 15, 10.
Hêvîdar: Di mehekê de?
Um Ela: Erê, di mehekê de.
Hêvîdar: Di nav wan de keçên temen biçûk hene?
Um Ela: Erê, erê, keçên temen biçûk tên, hin ji wan temenê wan 14, 15 û 16 sal in, em jî karê wan dikin.
Hêvîdar: 13 salî jî?
Um Ela: Erê, heta 13 salî jî, keçek di wî temenî de hat cem min.
Hêvîdar: Keçên wisa hatine cem te ku hîn negihaştine temenê bihêzbûnê?
Jinek: Erê, yek hat xesûya wê, jina bavê wê anî, ji ber ku du sal derbas bûbû zarokê wê çênedibû, serdana bijîşkan dikir. Dema min jê pirsî, min dît ku hîn negihiştiyê temenê kamil bûnê. Piştî du salan, gihişt û ducanî bû anîn cem me. Min got: "Ma min berê negotibû ku hîn negihiştiye?"
Min xwest bizanim çawa di vî temenê biçûk de keç bi mêran re tên zewicandin. Ez bi xelkê re axivîm, gotin baştir e tu biçî navçeya Selamiyê, wî karî Seyid dike, Seyid Husên Şerîfî, cihê baweriya xelkê ye, ew girêbesta mehr û zewacê dike. Mirovekî dirêj derî vekir. Dema min jê pirsî tu Seyid î, got erê. Min got ew Seyidê ku girêbesta mehr û zewacê dike, got erê. Em ketin hundir û min jê pirsî bi kîjan şerîetê keçên biçûk mehr dikî? Got kar gelekî hêsan e.
Seyid Husên Şerîfî: Di şerîeta me de, dema keç digihîje temenê 9 salan neçar dibe. Teklîf çi ye? Nimêj û rojî, îbadet. Eger piştî temenê 9 salî biçe hecê, heca wê tê qebûlkirin. Ji vê nêrînê, wek çawa kur di temenê 14 salî de digihîje, gelo durist e bizewice yan na?
Hêvîdar: Durist e.
Seyid Husên Şerîfî: Erê, bi daxwaza xwe dizewice.
Hêvîdar: Keç çawa?
Seyid Husên Şerîfî: Keç jî eger gihiştibe.
Hêvîdar: Li vê herêmê qonaxa gihiştinê kîjan sal e?
Seyid Husên Şerîfî: Di şerîeta me de 9 sal e.
Hêvîdar: Ez dikarim deftera girêbestên zewacê bibînim?
Seyid Husên Şerîfî: Li cem min, girêbesta şerî tenê devkî ne.
Hêvîdar: Girêbesta devkî, bê nivîsandin?
Seyid Husên Şerîfî: Erê, tenê razîbûna her du aliyan.
Hêvîdar: Tu bi vî awayî razî dibî bi zewacê?
Seyid Husên Şerîfî: Erê.
Hêvîdar: Fatîhe xwendin û xelas?
Seyid Husên Şerîfî: Erê, xelas.
Hêvîdar: Ev dibe girêbest?
Seyid Husên Şerîfî: Erê, dibe girêbest.
Hêvîdar: Di kîjan pirtûkê de ev zewac hatiye behskirin? Minhac Salihîn?
Seyid Husên Şerîfî: Binêre, ev li gorî Seyid Xoyî ye.
Hêvîdar: Dibe girêbesta fermî, zewaça fermî yanî hertimî?
Seyid Husên Şerîfî: Binêre, di girêbesta nikaha hertimî de ewqas bes e ku jin ji mêr re bibêje: "Min xwe bi te re mehr kir bi mehr û qelenê ewqas."
Hêvîdar: Mehr û qelen çiqas e?
Seyid Husên Şerîfî: Bo nimûne milyonek yan 10 milyon.
Hêvîdar: Mehra ku te dîtiye û qelen ku te dîtiye çiqas bû?
Seyid Husên Şerîfî: Digihîje 20 yan 25 milyon.
Hêvîdar: Ya herî kêm?
Seyid Husên Şerîfî: Ya herî kêm pênc milyon.
Hêvîdar: Yanî mijar ne aloz e.
Seyid Husên Şerîfî: Na, li cem me mijar hêsan e. Binêre, jin dibêje: "Min xwe bi te re mehr kir" bi mehr û qelenê diyarkirî, ew jî dibêje: "Min qebûl kir."
Êdî min fêm kir ku çiqas ber bi başûrê Îraqê ve biçî, zêdetir bûyerên zewicandina keçên zarok dibînî. Em dixwazin vegerin Bexdayê û biçin Parlamentoya Îraqê. Qanûna Rewşa Kesayetî hat guhertin, ji vir û pê ve oldarên Şîe li Îraqê li gorî mezheba Îmam Cafer dizewicin. Ev jî rê zêdetir dide zilamên olî yên mezheba Şîe ji bo zewicandina keçan.
Li rê min ev jin dîtin sekinîm, dema min dîtin rû û serê xwe nixumandin lê ew li dijî vê qanûnê ne, gotin em jî Şîe ne, em qet nahêlin ev qanûn zarokên me bigire.
Hêvîdar: Silav, hûn çawa ne? Li vê herêmê keç di çi temenî de dizewicin?
Welatiyê Îraqî: Li vir, berê...
Hêvîdar: Yanî li gorî mezheba Caferî di temenê gihiştinê de?
Welatiya Îraqî: Erê.
Hêvîdar: Yanî di temenê 9, 10, 11 û 12 salî de ku dizewicin?
Kes heye li ser mezheba Caferî qebûl bike ku keç di temenê 9 an 10 salî de bê zewicandin?
Hêvîdar: Hûn qebûl nakin?
Welatiyê Îraqî: Bêguman em qebûl nakin.
Hêvîdar: Temenê we çend bû dema we mêr kir?
Welatiya Îraqî: Temenê min 28 sal bû.
Hêvîdar: Xalîdê?
Welatiya Îraqî: Ez 24 salî.
Hêvîdar: 24?
Welatiya Îraqî: Erê. Berê dayika zava temenê wê 13 sal bû.
Hêvîdar: Dayika te?
Welatiya Îraqî: Dadger zewaca wê qebûl nekir heta ku gihişt temenê 15 salan, wê demê sê zarokên wê hebûn.
Hêvîdar: Temenê wê 12 sal bû.
Hinekî wêdetir, min Navenda Tenduristiyê ya Navçeya Umul Hememê dît. Li vir diyar dibe ku ew jinên ducanî dibin û zarok in, di defterê de tên tomarkirin, gelek in.
Hêvîdar: Dayik ji çi temenî dest pê dikin? Temenê herî biçûk çend e?
Emel Adil: 14, 15 sal.
Hêvîdar: Dema di temenê 14 salî de tên zikê wan tijî ye, yanî di temenê 13 salî de zewicîne?
Emel Adil: Erê.
Hêvîdar: Zarokbûn asayî ye?
Emel Adil: Asayî ye.
Hêvîdar: Rêjeya van bûyeran çiqas e?
Emel Adil: Bi Xwedê, rêjeyeke zêde ye.
Hêvîdar: Gelo rêjeya zewacê li gorî salên berê di van temenan de zêde bûye?
Emel Adil: Erê, bi taybetî di du salên dawî de.
Hêvîdar: Zêdetir bûye?
Emel Adil: Erê, zêdetir.
Hêvîdar: Xizmên we di vî temenî de zewicîne?
Emel Adil: Ez bi xwe beriya 14 salan zewicîm.
Hêvîdar: Bi zorê?
Emel Adil: Na.
Hêvîdar: Temenê te ji 15 salan kêmtir bû?
Emel Adil: Erê, beriya 15 salan, em beriya 14 salan.
Hêvîdar: Ev 14 sal e.
Emel Adil: Ev doh bû. Ev kêmtir e.
Hêvîdar: Yanî di her rûpelekê de nêzîkî yek heye?
Emel Adil: Erê, gelek e.
Hêvîdar: Ev kêmtir e.
Em vegeriyan sînorê parêzgeha Babilê, li derdora qezaya Museyebê, min ev malbat dît, bi vî halî jî du birayan, du keçên zarok anîne.
Hêvîdar: Jina te temenê wê 12 sal bû dema zewicî?
Husên Elî: Erê.
Hêvîdar: Temenê jina birayê te çend bû?
Husên Elî: Nêzîkî 13.
Hêvîdar: 12 û 13.
Hêvîdar: Niha zarokên we hene?
Husên Elî: Erê, zarokeke min heye û yek jî di rê de ye.
Hêvîdar: Zarokek di rê de ye. Tu?
Ebas Elî: Kurekî min heye.
Hêvîdar: Jinên we li kû ne?
Hêvîdar: Ev jina te ye?
Hêvîdar: Tu çawa yî, baş î înşelah? Temenê te çend bû dema tu zewicî?
Benîn Hemîd: 12 sal.
Hêvîdar: Fermo, were.
Hêvîdar: Mesrefê zewacê li vir çiqas e?
Husên Elî: 3 milyon.
Hêvîdar: Zêran ji bûkê re dikirin?
Husên Elî: Erê, zêr û pêdivî.
Hêvîdar: Ode û dawet û wêneyên zewacê digirin... Temenê te çend bû dema tu bi mêrê xwe re zewicî?
Hewra Mihemed: 13 sal.
Em gihiştin Bexdayê, min zû xwest ber bi Parlamentoya Îraqê ve biçim, da ku zanyariyên zêdetir li ser guherandina Qanûna Rewşa Kesayetî û zewicandina keçan li ser mezheba Caferî bizanibim.
Di vê parlamentoyê de di civînekê de ku çend deqeyan ajot, biryar li ser çarenivîsa bi hezaran keçên mezheba Şîe hat dayîn.
Li Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Îraqê, biryar hat dayîn ku kaxeza dawî ya qanûnê were îmzekirin.
Bi dengekî nizm diaxivin, ji bo zewicandina keçên Îraqî ye mezheba Caferî îmze dikin.
Hêvîdar: Silav Şêx. Tu bi xêr hatî. Tu çawa yî?
Şêx Ebdulkerîm Ebtan: Tu bi xêr hatî.
Hêvîdar: Şêx Ebdulkerîm...?
Şêx Ebdulkerîm Ebtan: Ebdulkerîm Ebtan El-Cebolî.
Hêvîdar: Alîkarê Serokê Komîteyê?
Şêx Ebdulkerîm Ebtan: Komîteya Yasayî. Alîkarê Serokê Komîteya Yasayî.
Şêx Ebdulkerîm Ebtan: Me ev ji sedemên pêwîst ên ji bo pêkhateyên Şîe û Sunne di madeya 188an de qebûl kir.
Hêvîdar: Çawa Parlamentoya Îraqê deng dide qanûnekê vî welatî? Heta ew Şîeyên ku min dît...
Şêx Ebdulkerîm Ebtan: Dengdan nû ye, li hevdîtinan binêre, ne mimkun e qanûnek hebe ku hemû kes jê razî be.
Hêvîdar: Lê hûn, nûnertiya Şîe û merceyên Şîe û weqfa Şîe ew dinivîsin?
Şêx Ebdulkerîm Ebtan: Ew dinivîsin... Em jî rêzê li bawerî û kevneşopî û adet û toreyan digirin, min ev bi fermî gotiye.
Hêvîdar: Wekî nimûne niha, gelo tu dê keça xwe di temenê 12 an 11 salî de bizewicînî?
Şêx Ebdulkerîm Ebtan: Ne mimkun e... Min di Komîteya Yasayî de qanûn baş xwendiye. Temen bi 15 salan hatiye diyarkirin, xalek li ser rêzê, divê ji 15 salan kêmtir nebe. Ji bilî vê, eger yek bixwaze keça xwe yan xwişka xwe di temenê 12 salî de bizewicîne, ew mijarek e ku têkilî bi wan ve heye. Lê di qanûnê de, wek min ji te re got, em derbarê madeya 188...
Hêvîdar: Gelo ev ji nûnertiya Şîe Weqfa Şîe dike?
Şêx Ebdulkerîm Ebtan: Em nizanin, kes nizane. Ne nûnertiyên niha ne, ev zelal e. Spas.
Hêvîdar: Gelo tu razî bû ji derketina vê qanûnê?
Şêx Ebdulkerîm Ebtan: Yên ku nivîsandine jê razî ne, ez jî bi xwe qenaet bi wê yekê tînim ku ew qenaet pê anîne.
Hêvîdar: Şêx, gelo te îmze li ser Qanûna Rewşa Kesayetî kiriye ku parleman deng lê daye?
Li gorî qanûnê, li dadgehê dadger girêbesta zewacê ji bo keç di temenê 15 salî de dike.
Her wiha ji aliyê dadgehê ve destûr tê dayîn zilamên olî yên mezheba Şîe ku girêbesta zewacê bikin û tenê li dadgehê tomar bikin.
Zilamên olî yên mezheba Şîe ku min ew dîtin û pê re axivîm, gotin her ku keç kamil bû, li gorî fetwaya berdest dikare bê zewicandin û em jî girêbesta zewacê jê re dikin.
Encam zelal e: Êdî keç di temenekî biçûk de kirasê bûkîniyê li xwe dikin û dibin dayik. Paşê, wekî wan bi xwe bi belge behs kirin, piraniya wan telaq didin.
Beriya em parlamentoyê bi cih bihêlin, Alîkarê Serokê Komîteya Yasayî, Şêx Ebdulkerîm Ebtan li ber deriyê otomobîla xwe ya zirxkirî gazî min kir û got:
"Va ye were bibîne hemû tişt temam bû, wa ez ji Serokkomariyê re dibim da ku fermana komarî ji qanûnê re derbixe."
Şêx Ebdulkerîm Ebtan: Niha ev sûdê digihîne te, ez yek ji wan kesa me ku fêm dike. Niha yasa çû ji bo Serokkomarî û Konseya Bilind a Dadweriyê.
Hêvîdar: Niha te qanûn bir cem birêz Serok? Gelo ew red dike yan razîbûnê nîşan dide?
Şêx Ebdulkerîm Ebtan: Redkirin heye? Redkirin tune.
Hêvîdar: Tu jê bawer î?
Şêx Ebdulkerîm Ebtan: Bi destûra Xwedê li cem serokê me redkirin tune.
Dengên nerazî yên li dijî guherandina qanûna rewşa kesayetî li Îraqê bilind in. Ew dibêjin guherandina vê qanûnê mafê keçekê ku hîn dixwaze di jiyana zaroktî û xwendina xwe de bijî, bi paş ve kişandiye.
Dr. Şuruq Ebayciya, parlamenter û parêzera mafên jinan, bi tundî êrişî guherandina qanûnê dike û dibêje Îraq vegeriyaye serdema tarî.
Dr. Şuruq Ebaycî: Di dîroka dewleta Îraqê ya 100 salî de, qet qanûneke bi vî rengî taîfî dernexistiye ku qanûneke taybet be ji bo Şîeyan.
Hêvîdar: Gelo ev dilgiraniya mezin derbarê vê qanûnê de cidî ye? Yanî sedemên wê hene?
Dr. Şuruq Ebaycî: Bêguman dilgiraniyên me sedemên xwe hene, ji ber ku cara yekem ev pirsgirêk ji çarçoveya dadgeh û dadweriyê derdixe û dibe cem zilamên olî yên cuda û curbicur.
Hêvîdar: Di mezheba Şîe de?
Dr. Şuruq Ebaycî: Erê, mezheba Caferî lê her wiha zilamê olî biryarê li ser vê dide ku girêbesta zewacê dike, dadgeh tenê rola tomarkirinê ye. Ev li gorî sedemên pêwîst e.
Hêvîdar: Gelo ev karesateke?
Dr. Şuruq Ebaycî: Ev karesateke, cara yekem karesateke yasayî ye. Bi rastî hewleke cidî heye ji bo vegerandina Îraqê ber bi paş ve û ber bi serdema tarî ve ku beriya hemû herêma me ew derbas kir.
Ji sedî 60ê civaka me Şîe ne, ew mirov in û Îraqî ne û jin û zarok û keçên Şîe ne. Ma em wan radestî nediyariyan bikin?
Em çûn herêma Şolê ya Bexdayê, herêmeke Şîe ye, da ku em bi Îmamê Mizgefta Resûl Ezem re biaxivin ka çima Şîeyan dixwest ev qanûn li ser mezheba Îmam Cafer were guhertin?
Beriya ku min Şêx Nûr Saîdî bidîta, li ber deriyê mizgeftê ez bi jinên herêmê re axivim.
Ew ne li gel guherandina qanûnê bûn û wan digot: "Na, em dê çawa keçên xwe di zaroktiyê de bizewicînin?"
Hêvîdar: Tu dê keça xwe di temenê biçûk de bizewicînî?
Welatiyê Îraqî: Na, na, na di temenê biçûk de em nazewicînin, qet.
Hêvîdar: Qet?
Welatiya Îraqî: Qet.
Hêvîdar: Hûn li gel vê qanûnê ne?
Welatiya Îraqî: Na, na.
Hêvîdar: Temenê keça te çend e?
Welatiya Îraqî: Hivdeh sal.
Hêvîdar: Zewiciye? Kes tune di temenê 11 an 12 salî de bizewice?
Welatiya Îraqî: Na.
Hêvîdar: Çima?
Welatiya Îraqî: Tiştê wisa tune.
Min Şêx Nûr Saîdî dît, mirovekî dirêj bû, ebayeke taybet a zilamên olî yên mezheba Şîe li ser milê wî bû. Got: "Mijara zewacê mijarek şexsî ye û pêwendiya ti kesî pê ve nine."
Şêx Nûr Saîdî:Her jineke ku bixwaze bizewice divê pabendî yasaya Şerîetê be, ev jî tê wê wateyê ku heta piştî peymana zewacê pêwendîya zewacê nebe, ne mumkin e ku mirovên din jî bêyî peyman destûrê bidin.
Hêvîdar: Min bersiva pirsa xwe wernegirt. Ji ber ku me keçên temen 11 û 12 salî dîtine ku zewicîne û têkiliya wan a zewacê heye û zarokên wan hene.
Şêx Nûr Saîdî: Ev li derveyî qanûnê bûye. Ji ber zextên navneteweyî rêkeftina cîhanî heye ku ev mijar dibe ku Îraqê li asta cîhanî şermezar bike.
Hêvîdar: Eger ev zext nebûna?
Şêx Nûr Saîdî: Eger zext nebûna mijar vekirî ye. Zewac mijareke kesayetî ye û ne mijareke ku ziyanê bide kesekî.
Hêvîdar: Ez gotinên wan kesên ku min pê re hevdîtin kiriye radigihînim, bi taybetî Şîe jî, dibêjin ev yasa û destûr dê Îraqê vegerîne serdema tarî û paşvemayî. Nêrîna te çi ye li ser vê?
Şêx Nûr Saîdî: Ka delîl li ser ku me welat vegerandiye paş ve? Ev tenê têkildarî pêwendiyên di navbera jin û mêr de ye. Me yasayên aborî neguhertine, me kontrola artêşê nekiriye, me dest nedaye sîstema tenduristî û gumrik û sînoran. Çawa rêxistina girêbesta zewacê di navbera jin û mêr de vegerandina welêt e bo paş? Ez bawer im ev tohmetek bêbingeh e.
Li Kolana Hadî, nêzîkî duriyana Seyyîd li taxa Hey El-Fedl a Bexdayê, mijara zewicandinê li ser mezheba Caferî nîqaşeke germ bû.
Mêrên taxê tînin ziman ku dixwazin keç dema balixbûnê bizewicin. Hinek jî zêdetir diçin û dibêjin dema ku gihişt 9 saliyê, dema zewacê ye.
Ev mêr rûniştibûn û wekî kesekî ji Îmamê Mezin mezintir li Îmam Cafer dinêrin.
Welatiyê Îraqî: Ti mezheb ji mezheba Caferî bilindtir nîne, ti mezheb ji mezheba Caferî bilindtir nîne.
Hêvîdar: Mezheba Caferî çi dibêje?
Welatiyê Îraqî: Caferê Sadiq Îmamê îmaman e.
Hêvîdar: Îmamê îmaman?
Welatiyê Îraqî: Îmamê îmaman, îmamek e ji cem Xwedê ne ji cem mirovan.
Hêvîdar: Îmam ji cem Xwedê ye?
Welatiyê Îraqî: Ji cem Xwedê. Belê. Ji rêzgirtina Xwedayî, ji Xwedayî. Belê, Ebû Elî diaxive.
Hêvîdar: Niha, eger keçeke te ya 11 salî hebe, tu dê bizewicînî?
Welatiya Îraqî: Îmam Caferê Sadiq ti tişt li ser vê mijarê zelal nekiriye.
Hêvîdar: Eger keçeke te ya 11 salî hebe, bi ya te tu dê bizewicînî?
Welatiyê Îraqî: Na, ez nazewicînim.
Hêvîdar: Tu dê çi bikî?
Welatiyê Îraqî: Elî... Mihemed silavên Xwedê lê bin... Eyşe di çi temenî de anî?
Hêvîdar: Ez nizanim.
Welatiyê Îraqî: Tu nizanî? Di 9 saliyê de, di pirtûkan de heye.
Hêvîdar: Li ser vê mijarê cudahî hene.
Welatiyê Îraqî: Na, na, 9 sal heye... "Fedfeu îleyhîm emwalehum." Belê, fermûdeya Xwedayê mezin. Yanî zewaca demkî durist e, dibe ku bi derbasbûna demê bûbe 19, rakirina hezar.
Hemû ev nîqaş rê li ber derçûna sererastkirina yasayê li Parlamentoya Îraqê negirt da ku keç di zaroktiya xwe de nebe dayik yan bî, ji ber ku yên li gel derketina yasayê bûn xurt bûn.
Yên ku li dijî wê ne tirsa wan heye zaroktiya keça wan beriya ku dest pê bike bi dawî were. Ji ber vê bi tundî destê keça xwe digirin da ku wan rizgar bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse