Hewlêr (Rûdaw) - 8ê Çiriya Pêşîn a 2024an serdemeke nû li Sûriyeyê dest pê kir, Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û komên çekdar ên di bin serkirdayetiya wê di nava 12 rojan de paytexta Şamê kontrol kir û wan Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ji ser desthilatê dûr xist.
Şerê navxwe yê Sûriyeyê yê sala 2011an dest pê kiribû gelo dê bi rûxîna rejima Beşar Esed bi dawî bibe yan dê derî ji şerên nû yên mezhebî û neteweyî re veke?
Rojnamegerê Rûdawê Hêvîdar Ehmed li Şamê û şahidiya wê yekê dike aliyên mezhebî yên Sûriyeyê haziriya şerekî nû yên mezhebî dikin.
Şîeyên ku alîgirên rejima Beşar Esed in ref bi ref ji Sûriyeyê derdikevin û dixwazin herin Libnan û Îraqê.
Li aliyê din, çekdarên HTŞyê dest datînin ser mezargeh û perestgehên Şîeyan û diyar dikin ku wan “dest û piyên Şîeyan şikandine” û dê careke din nikaribin vegerin Sûriyeyê.
Çavdêrî û şahidiya Hêvîdar Ehmed di vê xeleka "Hîn jî Maye"yê de hatiye tomarkirin.
Dema min xwest biçim Sûriyeya piştî Esed bibînim, di yekem gavê de ku ez ketim nava axa wî welatî min dîmenê koçkirina xelkê dît ku ji Sûriyeya nû direvin!
Ev kesên ku koç dikin, ji bo rizgarkirina baweriyên xwe... Piştî rûxîna desthilata Esed, tirsa wan heye ku kesek wan naparêze.
Derbasbûna vê sînorê ne tenê avêtina gavekê ber bi cografyayeke din ve ye, ji bo wan biryareke çarenûsî ye, hîn jî nizanin bê ka çi li benda wan e.
Tirs li cem wan ew qasî mezin e, hinek li benda biryara fermî ya derbasbûna sînor nesekinin, beşek ji wan xwestin bi awayekî neyasayî biçin.
Hêvîdar Ehmed welatiyekî Sûriyeyê dibîne û jê dipirse: Hûn çawa ne, hûn ji kîjan herêma Sûriyeyê hatine?
Welatiya Sûriyeyî ya Şîe: Ji Îdlibê.
Hêvîdar Ehmed: Îdlib bajarekî xweş e?
Welatiya Sûriyeyî ya Şîe: Xweş bû.
Hêvîdar Ehmed: Berê xweş bû?
Welatiya Sûriyeyî ya Şîe: Niha jî her xweş e.
Hêvîdar Ehmed: Çima hûn derketin?
Welatiya Sûriyeyî ya Şîe: Ji ber xem û êşê em derketin.
Hêvîdar Ehmed: Ji êşê?
Welatiya Sûriyeyî ya Şîe: Erê... Ka xelk li Sûriyeyê maye ku em li gel wan bimînin? Merivên me kesek li Seyîde Zeynebê nemaye ku piraniya wan ji Kefreya û Fûayê bûn û piraniya wan çûn, tenê hejmareke kêm mane, em çi bikin li wir bimînin!
Hêvîdar Ehmed: Hûn Şîe ne?
Welatiya Sûriyeyî ya Şîe: Belê, em Şîe ne.
Hêvîdar Ehmed: Hûn ditirsiyan li Sûriyeyê bimînin?
Welatiya Sûriyeyî ya Şîe: Komên çekdar hatin û em derxistin.
Hêvîdar Ehmed: Tu çima digirî?
Welatiya Sûriyeyî ya Şîe: Kî dixwaze mala xwe bi cih bihêle û biçe? Me cihê bazirganiyê hebû, xaniyê me hebû, me her tişt bi cih hişt û em reviyan.
Welatiya Sûriyeyî ya Şîe: Daxwaza me ji Libnanê ew e ku destûrê bide me em derbas bibin û biçin Îraqê, ew der ji bo me ji vê derê gelekî ewletir e. Komên çekdar hatin ser mala me û yekser pirsîn hûn xelkê ku derê ne? Me got em xelkê Îdlibê ne. Gotin, hûn Şîe ne? Wisa got hûn Şîe ne? Here cihê xwe. Tu çi hêviyê ji wan dikî?
Hêvîdar Ehmed: Niha hûn dê biçin kû derê?
Welatiya Sûriyeyî ya Şîe: Em dê biçin Libnanê û ji wir biçin Îraqê.
Hêvîdar Ehmed: Hûn dê biçin kîjan herêma Îraqê?
Welatiya Sûriyeyî ya Şîe: Em dê biçin Kerbelayê...
Welatiyê Sûriyeyî yê Şîe: Tirs çêbû. Tirsê serî hilda, tirseke ne xwezayî bû, tirs çi bû tirs. Yê bi rejîmê re, derdikeve!
Hêvîdar Ehmed: Yê bi rejîmê re bû, derdikeve?
Welatiyê Sûriyeyî yê Şîe: Belê, belê..
Hêvîdar Ehmed: Hûn ji çi ditirsin Ebû Mihemed Colanî piştrastî da we...
Welatiyê Sûriyeyî yê Şîe: Belê piştrastî da lê tiştek nekir, tên ji xelkê dipirsin hûn Şîe ne yan Sunî ne?
Hêvîdar Ehmed: Ew kî ne?
Welatiyê Sûriyeyî yê Şîe: Em nizanin kî ne, mirovên çekdar in û ji xelkê dipirsin û xaniyan kontrol dikin.
Hêvîdar Ehmed: Hûn dê biçin ku derê, Îraq yan Libnanê?
Welatiyê Sûriyeyî yê Şîe: Em nizanin
Hêvîdar Ehmed: Çawa? Hûn dema ji malê derketin we biryar da hûn dê biçin kû derê?
Hêvîdar Ehmed: Tu çima digirî? Çima digirî?
Welatiyê Sûriyeyî yê Şîe: Ez nizanim...
Seyîde Zeyneb, cihê Şîeyan li Sûriyeyê
Koçberî û revîna wan kesan ji Sûriyeyê beşek ji plana me jî guherand. Divê em herin Şamê û ji wir jî herin Seyde Zeynebê ku pîroztirîn herêma Şîeyan e li Sûriyeyê.
Ez dixwazim bizanim ka çi hatiye serê xelkê wir û ew çi dikin.
Divê em 12 kîlometreyan herin û ber bi başûrê Şamê ve herin.
Em diçin herêmeke ku dilê Şîeyan e. Di rê de ev pirs li cem min çêbû: Ew kesên ku niha desthilata Sûriyeyê xistine bin destê xwe Sunemezheb in... Gelo dê Sûriye ber bi şerekî mezhebî ve here?
Em hîn di nava van pirsan de bûn ku em gihîştin deriyê herêma Seyde Zeynebê.
Li vir noqteya kontrolê ya leşkerî heye lê ti kes tune ye ku bipirse hûn diçin ku derê.
Berê çekdarên Hizbulaha Libnanê ev noqteya kontrolê bi rê ve dibir û derbasbûn ne hêsan bû.
Wêneyên serokên Şîeyan li ser sitûnên kolanên Seyde Zeynebê hîn xûya dikin.
Dema em gihîştin, ev zilam hat pêşiya me. 14 sal in li vê herêmê bi cih bûye. Zû got, "Were bila ez ji we re bêjim ka kîjan hêz li vir serwer bû..."
Hêvîdar Ehmed: Ma hîn hizb mane yan derketine?
Welatiyê Sûriyeyî yê li Seyde Zeynebê: Na, hizb derket, her wiha milîsên Îranê jî derketin.
Hêvîdar Ehmed: Milîsên Îranê li ku derê bûn?
Welatiyê Sûriyeyî yê li Seyde Zeynebê: Li vir, li vê taxê bûn.
Welatiyê Sûriyeyî yê li Seyde Zeynebê: Erê, li vir bûn, li vê kolanê.
Min meraq kir, em herin hundirê meqamê Seyde Zeynebê...
Berê divabû tu ji kontrola dergevanên Şîe derbas bibûyayî da ku biketayî hundirê meqamê, êdî na. Rê hîn ne zelal e ka kengî û çawa dê Şîe li ber deriyê mala xwe serwer bibin.
Wan em birin cem şervanekî Heyeta Tehrîr El Şamê. Ew li vê meqamê berpirsê her tiştî ye. Divê destûra wênegirtina me bi razîbûna wî be. Wî em serbest berdan û got herin azad bin.
Fermandarê Heyeta Tehrîr El Şamê Mihemed Hemade, "Hûn azad in, hûn dikarin li her derê vîdeoyan bigirin.
Rewş bi temamî di bin kontrolê de ye. Heta herêma rojhilatê meqamê jî niha aram bûye û xelk li vir pir alîkar in. Bi îzna Xwedê di rojên bê de dê ewlehî zêdetir bibe.
Ne tenê herêma Seyde Zeynebê lê hemû Sûriye ji bo me herêmeke pirreng û pirol û pirmezheb e û bi îzna Xwedê dê her wisa bimîne."
Dema em gihîştin ber deriyê meqamê, em rastî vê rewşê hatin, qiyamet rabûye... Tiştê ku li cem Şîeyan heram e were ser zimanan, li ser meqbera Seyde Zeyneba keça Îmam Husên hat gotin.
"Kamerayê bigirin"
- "We çêr kiriye"
- "Na me çêr nekiriye û ne jî... Xwedê bi Seyîde Zeynebê re ye"
- "Ev cihê pîroz ne ji bo wê ye ku tu çêran lê bikî"
- "Me çêr nekiriye na"
Hêvîdar Ehmed: Pirsgirêk çi ye? Çi qewimiye?
- "Ev hatiye ser meqam û çêr kiriye. Çima we ew nivîsiye? Divê Ebûbekir û Osman û nizanim çi... Bi zimanê taîfî diaxivî... Ha ew kes e, binêre."
- Hêvîdar Ehmed: Çi got?
- "Çêrî Îmam Husên û Beşar Esed kir. Beşar Esed laneta Xwedê lê be, Xwedê pê re, ti karê me pê tune. Ev meqamê pîroz ê Seyîde Zeynebê ye, yê ku tê vir divê rêza meqam bigire."
- "Kes nikare daxuyaniyê bide û biaxive û bila her kes here ser karê xwe."
- "Muxtar ê ku tê vir divê rêza xwe bigire... Ev cihekî pîroz e ne ji bo çêrkirinê ye... Hemû kesî dev ji vî cihî berda, me dev jê berneda."
- "Bila ew wêne digirin"
- "Wêne negirin na"
- "Kî dixwaze wêne bigire bila bigire..."
Şêxekî Şîeyan: "Em ditirsin û ev rastî ye"
Me xwest em zanibin ka bi rastî çi qewimiye, divê em bi Berpirsê Meqama Seyîde Zeynebê Şêx Esed El-Ehmedî re biaxivin. Gotinên Şêx derbarê rewşa Sûriyeya nû de metirsîdar bûn.
Şêx Esed El-Ehmedî: "Tirs heye û rastî ye û ez dikarim bibêjim ji sedî 20 e. Dibe ku ev ber bi zêdebûnê ve biçe eger dewleta nû ya Sûriyeyê bi destekî agirîn rewşa ewlehiyê neparêze. Ev rewş dê mezin bibe. Tabora çaran heye bi navê Heyeta Tehrîr El-Şam yan jî komên din tên."
Hêvîdar Ehmed: "Kî piştgiriya van taboran dike?"
Şêx Esed El-Ehmedî: "Hêza çek piştgiriya van taboran dike, çekên wan hene û çekên te tune ne, ew pirjimar in û tu hindejmar î."
Hêvîdar Ehmed: "Şêx hûn li rewşê dinêrin, gelo dê nakokiyeke mezhebî çêbibe wek ya ku li Îraqê qewimî?"
Şêx Esed El-Ehmedî: "Gotina me zelal e û bi destûra Xwedê ez gotinên rast dibêjim û ji kesî natirsim, heta eger bigihîje wê yekê ku ez li ser şehîd bibim! Belê, şerê mezhebî û mezin dê derkeve bi taybetî di navbera Şîe û Suniyan de li hin deveran."
Şêx Esed El-Ehmedî: "Ez kesê yekem bûm min çek hilgirt ji bo parastina Meqama Seyîde Zeynebê. Paşê ciwanên din hatin."
Şêx Esed gelekî dixwest behsa wan êrişên ku li ser vê meqamê çêbûne bike. Şêx neveşart ku wî çek hilgirtiye...
Li derdora Seyîde Zeynebê, hêzeke çekdar li me civiya, min pirsî gelo xelkê Şîe ditirse, hûn çi dikin?
Çekdarê Heyeta Tehrîr El-Şamê: "Heşda Şeibî vegeriyan Îraqê, Hizbulah vegeriyan Libnanê, Pasdarên Şoreşê vegeriyan Îranê."
Hêvîdar Ehmed: "Dê careke din vegerin?"
Çekdarê Heyeta Tehrîr El-Şamê: "Ez texmîn nakim, bi destûra Xwedê kes venagere."
Mizgefta Emewî li navenda Şamê ye, hêj bi hêz maye, ciheke olî yê dîrokî ye ku li ser wê nakokî heye di navbera mezhebên Sunî û Şîeyan de. Îro ne tenê ji bo nimêj û duayan tê bikaranîn, dibe ku bibe sembola nakokiyeke nû di Sûriyeya nû de.
Desthilatdarên Sûriyeya nû dibêjin, Sûriye vegeriya eslê xwe.
Dengê bangê li gel çekdarên nû yên Sûriyeyê ku hewş û heremên mizgeftê tije kiriye, dibêjin bilindtir û bihêztir e ji Sûriyeya beriya rûxana Esed.
Her dem wekî ku bibêjin em bihêz in, çekdarên nû yên ser bi Tehrîr El Şamê ve tên mizgeftê ji bo sicdeya şukranêyê.
Gotûbêjek li nav Mizgefta Emewî
Çekdarê Heyeta Tehrîr El Şamê Waîl Ehmed: Niha em gihîştin Şamê û divê em li Mizgefta Emewî nimêj bikin.
Hêvîdar Ehmed: Çima?
Çekdarê Heyeta Tehrîr El Şamê Waîl Ehmed: Bira em wiha ne.
Hêvîdar Ehmed: Mizgefta Emewî hêza Suniyan e?
Çekdarê Heyeta Tehrîr El Şamê Waîl Ehmed: Erê.
Hêvîdar Ehmed: Mizgefta Emewî ji bo we sembol e?
Çekdarê Heyeta Tehrîr El Şamê Waîl Ehmed: Erê.
Hêvîdar Ehmed: Hûn gihîştin vir, êdî çi?
Çekdarê Heyeta Tehrîr El Şamê Waîl Ehmed: Spas ji Xwedê re.
Çekdarê Heyeta Tehrîr El Şam: Aştî ji bo hemû xelkê
Çekdarê Heyeta Tehrîr El Şamê Waîl Ehmed: Aştî ji bo hemû gelê Sûriyeyê bi hemû taîfeyên xwe ve. Sunî, Şîe, Elewî, her mezhebeke din, Kurd. Em bi hemûyan re ne bi destûra Xwedê heta ku em vî welatî ava bikin.
Hêvîdar Ehmed: Hûn wekî welatî bi vê hêza ku hatiye avakirin bawer dikin?
Welatî: Spas ji Xwedê re bi saya van qehremanan her tişt vegeriya.
Hêvîdar Ehmed: Çima we bawerî bi wan heye?
Welatiyê Sûriyeyê: Bi qenciya Xwedê û wan yekxwedanas in û zilmê nakin û kesê ku yekxwedanasiyê bike zulmê nake.
Çekdarê Heyeta Tehrîr El Şamê Wail Ehmed: Em ji bo serkeftina vê olê hatine.
Hêvîdar Ehmed: Hûn natirsin ku fitneyeke din li Sûriyeyê derkeve?
3 welatiyên Sûriyeyê: Belê em ditirsin ku em ji hev bikevin.
Ronahiyeke din li Sûriyeya nû tê dîtin ku xwe di hêz, desthilat û heta mezhebê de dibîne.
Bangdêrê Sunî yê li Şamê: Êdî Şîe nikarin
Guherandina Esed bi desthilateke Sunî ya xurt li Sûriyeyê, rêberê olî yê Sunî dema diaxivin dengê wan wêrektir bûye, ne tenê li ser Sûriyeya nû diaxivin. Peyama wan ji bo hêzên reqîb ên derveyî Sûriyeyê heye.
Bangdêrê Sunî Mizgefta Emewî Şêx Ebdulnasir El-Eselî: Şîe êdî nikarin bibin serokê vî welatî. Ne tenê li vî welatî, ez bawer dikim heta li welatên cîran jî nikarin. Ez li Libnanê bûm, ew li wir jî êdî wekî berê nikarin. Bi destûra Xwedê li Îraqê jî nikarin eger wekî xwe bimîne divê tenê Ereb li wir hikûm bikin. Faris êdî desthilata wan li ser Îraqê namîne. Şam bi destûra Xwedê dê bibe paytexta Suniyan li tevahiya cîhanê ne tenê li welatê Şamê.
Piştî derbasbûna sê rojan li ser serdana me ya yekem ji bo meqamê Seyda Zeynebê, em vegeriyan, min got ka ez bibînim çi guheriye û rewş ber bi ku ve diçe?
Dema em gihiştin herêma Seyda Zeynebê, guherînên bilez û mezin li ser asta taîfî çêbûne.
Nivîsîna li ser vê deriyê em rawestandin. Bêhna taîfetiyê ji vê herêmê tê. Şîe dibêjin ev nivîsîn ji bo heqareta me ye. Hinek jî dibêjin ev nivîs peyameke ji bo hilkirina agirê taîfî.
Êdî armanca min ew bû ku zûtir bigihîjim hundirê meqamê Seyda Zeynebê ka li wir çi guheriye... Dema em gihiştin, belê guherîn çêbûne û bi kiryarî êriş zêdetir bûne...
Xizmetkarê Seyda Zeynebê: Kesekî tundrew hat, hewl da ku alayeke taybet a xwe li ser meqamê Seyda Zeynebê dayîne lê Desteya Pêşeng ew bir.
Hêvîdar Ehmed: Ew ala çi bû ku wî kesî dixwest dayîne?
Xizmetkarê Seyda Zeynebê: Dixwest dayîne lê beriya ku dayîne me girt. Ji ber vê kiryarê me hemû alayên din ên li ser Seyda Zeynebê rakirin û di dema bê de em dê wan hildin.
Hêvîdar Ehmed: Di dema wê hat de?
Xizmetkarê Seyda Zeynebê: Tenê dema wê were em dê alan hildin.
Şêxê meqamê Seyda Zeynebê cara duyem e ez wî dibînim, ji min re dibêje, pirsgirêk kûrtir bûne...
Şêx Esed El-Ehmedî: Divê her ziyaretvanekî Îraqî pêşî were ser gora pêşewayê me Muawiye, nîv saetê rûnê û nîv saet bigirî. Paşê were ser meqamê Seyda Zeynebê nîv saet bigirî û biçe lê ev îfadeya ji bo kê ye?
Pisîkeke biçûk eger tu eziyetê bidiyê berxwedanê dike. Eger tu dest bavêjî çêlîkên mirîşkan berxwedanê dikin. Em jî heta bi neynûkan be em dê berxwedanê bikin.
- Dibe ku ev ji bo çêkirina fitneyê wiha kiriye, da ku navbera taîfeyan xerab bike û ji hev dûr bixe.
Hêvîdar Ehmed: Ti nivîsînên din ên wiha hene li ser dîwaran hatine nivîsîn?
- Na na ev cara yekem e em dibihîzin.
Şêx Esed El-Ehmedî: Ev cihê Mihemed Şêx e, ez texmîn dikim Heresê Sewrî yê Îranê li wir bûn, ev deriyê Hewzeyê ye. Deriyê Hewzeyê ye.
Xelkê agahdar ê nav Şîeyên Seyda Zeynebê, ji me re gotin ku ev kiryar ji me re dibêjin fitne li vir nasekine lê destpêkek e ji bo nakokiyeke kûr ku di rê de ye ji bo Sûriyeya nû.
Çîroka Şîeyan ne tenê li Seyda Zeynebê ye, divê em vegerin nav Şamê, em diçin Meqamê Seyda Ruqiye ya keça Îmam Husên. Meqam di kolanên teng ên Şama Kevin de ye, nêzî Mizgefta Emewî ye.
Li ber deriyê meqamê çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê bi çek sekinîne, ev Sûriyeya nû ye.
Ji me re dibêjin Sûriyeya yekalî û dijber bi dawî bûye, êdî ev der dê nebe cihek ku tenê li ser Şîeyan hatibe tomarkirin. Helbet ev gotineke giran e ji bo mezhebperwerên Şîe.
Çekdarekî Heyeta Tehrîr El Şamê: "Em hêzên Şîe qebûl nakin, em qebûl nakin ku çek li cem wan hebe û tevliheviyê çêbikin. Ev der ji bo her kesî ye, Mesîhî, Durzî, Misilmanên Şîe û Sune, Elewî, her kes dikare here hundur. Wan destûr nedida tu aliyên din biçin hundur, diviya tenê Îranî bûna.
Me destê wan şikand û me ew derxistin û şandin Îranê. Ev der welatê Sûriyeyê ye, ne yê Îranê ye."
Çekdar: "Em destûrê nadin Îranî bên vir û em destûrê nadin tu kesên taîfî bên, ev der ji bo Sune û Şîeyan e."
Hîvîdar Ehmed: "Ma berê?"
Çekdar: "Berê wan ev der ji bo êrişkirina li xwe û çêrkirina sehabeyên Pêxember (Silava Xwedê li ser be) bi kar dianîn."
Şervanekî Ozbek: "Eger ferman bê dayîn em dê heta Tel Evîvê biçin"
Şervanên biyanî yên di nav refên Heyeta Tehrîr El Şamê de zêdetir li ser gavên pêşerojê yên ji bo parastina Sûriyeya nû diaxivin.
Ebû Ehmed, şervanekî Ozbekî ye di nav refên Heyeta Tehrîr El Şamê de, pileya wî ya emîriyê hebûye û niha fermandarekî leşkerî ye. Gelek efserên Îranî li Sûriyeyê girtine. Bi tundî hem li ser Şîeyan diaxive hem jî dibêje, "Em li benda fermana çûna heta Tel Evîvê ne!"
Ebû Ehmedê Ozbek ê emîr di Heyeta Tehrîr El Şamê de: "Kurd hemû ne baş in, ew bi Îran, taîfeya Şîe, Elewî û PKKyê re ne û wan hemûyan bi hev re êrişî me kiriye."
Li Şamê ji min re gotin ku şerê Sûriyeyê bi ketina Esed bi dawî nebûye, li pişt vê bêdengiya piştî Esed, pevçûneke bêdeng û veşartî heye.
Bi her gaveke nû li Sûriyeyê, metirsiya parçebûn û pevçûna li ser nasnameya vî welatî û gefa taîfegeriyê kûrtir dibe.
Pevçûn ne tenê li ser ax û desthilatê ye, gihiştiye pîroztirîn cihan. Wek bermîleke barûtê lê hatiye, dibe ku di her kêliyê de biteqe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse