Îraqê helwesta xwe li ser Sûriyeya 'nû' eşkere kir

Duh li 03:55
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Bexda Şam Îraq Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir ku ew rêzê li îradeya xelkê Sûriyeyê digirin.

Doh Serokê Îstîxbarata Îraqê Hemîd Şetrî tevî şandeyekê çûbû Şama paytexta Sûriyeyê û bi Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ebû Mihemed Colanî (Ehmed Şer) re civiyabû.

Mihemed Şîya Sûdanî îro da zanîn ku ew rêzê li îradeya xelkê Sûriyeyê digrin û dixwazin li wî welatî pêvajoyeke siyasî ya berfireh bê avakirin.

Serokwezîrê Îraqê li ser pêwendiyên Şam û Bexdayê got:

 "Me nêrînên xwe yên li ser rewşa niha ya li Sûriyeyê ji rêveberiya nû re ragihandiye.

Em dixwazin bi Sûriyeyê re ji bo parastina sînoran di nava hemahengiyê de bin.”

Li aliyê din Berdevkê Hikûmetê Îraqê Besam Ewadî jî li ser ziyareta şandeya Îraqî got:

"Şandeya Îraqî pêşhatên li Sûriyeyê û pêwîstiya ewlehî û aramiyê li ser sînorê hevbeş ê di navbera Îraq û Sûriyeyê de bi rêveberiya nû ya Şamê re gotûbêj kirin."

8ê Kanûna Pêşîn rejîma Beşar Esed hilweşiya û tevî endamên malbata xwe reviya Rûsyayê.

Sûdanî beriya niha eşkere kiribû ku Esed ji Îraqê alîkariya leşkerî nexwestiye û tekez kir ku Mahîr Esedê birayê Beşar Esed jî ne li Îraqê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Lîwa Miqdad Mîrî jî li ser Mahîr Esed ji Rûdawê gotibû:

“Li ser torên civakî û hinek medyayê nûçe hene ku Mahîr Esedê birayê Beşar Esed li Iraqê ye.

Ev hemû nûçe ne rast in û bê bingeh in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst