Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraqê koma milîsên Şîe ya bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê ragihand ku wan bi dronê êrişî cihekî leşkerî yê li Îsraîlê kiriye.
Ji aliyê Berxwedana Îslamî ya Îraqê ve derbarê mijarê de daxuyaniya nivîskî hat dayin.
Di daxuyaniyê de li ser zerer û ziyanan agahî nehatin dayîn lê hat gotin ku wekî bersiva êrişên Îsraîlê yên li Xeze û Libnanê wan bi dronê li cihekî leşkerî xistiye.
Berxwedana Îslamî ya Îraqê her wiha destnîşan kir ku ew dê êrişên xwe yên li dijî hedefên Îsraîlê bidomînin.
Her wiha wê komê dîmenên êrişê jî li ser medyaya civakî parve kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse