Îsraîl: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxînin

29-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan Eli Cohen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê piştî gotinên tund ên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bangî hemû dîplomatên xwe yên li Tirkiyeyê kir ku vegerin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Eli Cohen got, “Em dê bi Tirkiyeyê re pêvajoya asayîbûnê ji nû ve binirxînin.”

Recep Tayyîp Erdogan doh di “Mitînga Mezin a Filistînê” de axivî û rexneyên tund li Îsraîlê girtin.

Erdogan bang li Îsraîlê kir û got: “Rojava deyndarê te ye lê Tirkiye ne deyndarê te ye.

Ji bo wê em hewqasî rehet dikarin biaxivin. Ji ber Tirkiye ne deyndarê te ye Erdogan wiha diaxive.

Ji ber min got Hemas ne rêxistineke terorê ye, Îsraîl pir aciz bûye. Me dizanibû hûn dê wiha bibêjin, loma jî me bi eşkereyî got.

Îsraîl em jî dê te wekî tawanbarê şer li dinyayê îlan bikin, em amadekariya vê dikin û em dê wekî tawanbarê şer Îsraîlê li dinyayê bidin nasandin.

Di 1947an da Xeze, Filistîn çi bû îro çi ye? Îsraîl tu çawa hatî vê derê? Tu dagirker î û tu rêxistinek î.

Her kes dizane ku Îsraîl li herêmê tenê piyon e û gava roja wê hat dê bê fedakirin."

Îsraîlê piştî axavtinên Erdogan bangî hemû dîplomatên xwe yên li Tirkiyeyê kir daku vegerin Îsraîlê.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Eli Cohen derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî got:

“Em daxuyaniyên cidî yên Tirkiyeyê li ber çav digrin û bi armanca ji nû ve nirxandina pêwendiyên li gel Tirkiyeyê min ferman da hemû nûnerên me yên dîplomatîk vegerin.”

Îsraîlê hefteya borî jî ji welatiyên xwe yên li Tirkiyê xwestibû ku ji Tirkiyeyê derkevin û biçin welatekî din an vegerin Îsraîlê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst