Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê ragihand ku komên radîkal aştiyê ji Sûriyeyê re naynin.
Nûnera MSDyê ya Amerîkayê Sînem Mihemedê ji Rûdawê re derbarê rewşa li Sûriyeyê axivî û got:
"Amerîka dema ku dibêje ew hikûmeta Sûriyeyê nas nake ev tiştekî gelekî girîng e.
Ev tê wê wateyê ku ew dizanin paşeroja wê hikûmeta li Şamê dê çawa be. Ew dizanin ku ew tundrew in."
Tirsa Amerîkayê heye ku hikûmeta Sûriyeyê û komên radîkal ên derdorê wê dê ji Sûriyeyê re aştiyê neynin.
Ji bo hemû gelê Sûriyeyê aştî û çareserî nayê."
"Şert û mercên Amerîkayê hene”
Sînem Mihemedê diyar kir ku Amerîka ji ber vê yekê dibêje ew hikûmeta Sûriyeyê nas nake û wiha domand:
"Şert û mercên Amerîkayê hene ku dibêje divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê di hikûmetê de cih bigirin. Divê nasnameya hemû pêkhateyan bê naskirin û mafên wan bên dayîn. Amerîka ev tişt li ser wan wekî merc danîne."
Bi gotina Sînem Mihemedê divê ev hikûmeta niha ya li Sûriyeyê hinek xwe biguherîne û ev yek gelekî girîng e.
“Divê hikûmeteke nû were avakirin”
Mihemedê her wiha tekez kir ku divê mafên Kurdan, Elewî û Durzî û pêkhateyên din di destûrê de bên misogerkirin û got:
“Amerîka her wiha ew tiştên ku wekî kuştin bi serê Elewiyan hatine jî dibîne.
Divê ev hemû bên sekinandin û sistemeke nû û hikûmeteke nû were avakirin û hemû pêkhate tê de cih bigirin.
Ev ji bo me jî girîng e û ez dibînim Amerîka jî li ser vê disekine.
Em dixwazin çareseriyek li Sûriyeyê çêbe lê ew bi şer nabe û divê bi rêya diyalogê pirsgirêk werin çareserkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse