Tirkiyeyê piştî 13 salan dîsa dest bi seferên asmanî yên Sûriyeyê kir

23-01-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Tirkiye Geştên Asmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seferên asmanî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de piştî 13 salan careke din dest pê kir.

Xetên Asmanî yên Tirkan (THY) piştî 13 salan ji bo Şama paytexta Sûriyeyê sefer plan kir û ji Balafirgeha Stenbolê balafira ku koda wê ya firînê "TK 846" e rakir û ev sefera ewil pêk anî.

Serê sibehê rêwî çûn Balafirgeha Stenbolê.

Gelek Sûriyeyî piştî pir salan vegeriyan welatê xwe û şa bûn.

Di destê hinek rêwiyan de alaya nû ya Sûriyeyê hat dîtin.

Bi tevahî 349 rêwî ji bo ku biçin Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê piştî kontrola bilêt û pasaportan li balafirê bûn.

Ji rêwiyan Fatma Zehrayê got ku dema ew çûya Tirkiyeyê, 2 salî bû û ji ber ku bi malbata xwe re vedigere welatê xwe yê ku lê hatiye dinyayê, pir kêfxweş e.

Zehrayê got ku ew niha 14 salî ye û wiha dewam kir:

"Min welatê xwe qet nedîtibû. Ji ber ku ez dê cara ewil bibînim pir bi kelecanme.

Em dê ji Şamê herin Helebê. Ez dê li wê derê pîrika xwe bibînim."

Xetên Asmanî yên Tirkan (THY) 1ê Nîsana 2012an geştên xwe dabûn rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst