Hatay (Rûdaw) – Piştî nema desthilata Beşar Esed, li deriyên sînorî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ji bilî liv û tevgera koçberan hatûçûna bazirganî jî berdewam dike.
Piştî çûna Esed, gelek koçberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê vedigerin welatê xwe.
Eymen Masriyê ji Îdlibê ku ji Dîlokê cil û bergan dişîne Helebê, dixwaze êdî hatûçûya bazirganî bi temamî asayî bibe.
Bazirgan Eymen Masrî ji Rûdawê re got:
“Em karê bazirganiyê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de dikin. Em diçin herêmên rizgarkirî, spas ji Xwedê re karûbar baş û hêsan bû.
Em bi dilxweşî li cem birayên xwe yên Tirk bûn, ti pirsgirêkên me nebûn. Helbet her kesek li gorî kiryarên xwe encamê dibîne.
Me cil û berg ji Tirkiyeyê dibirin Sûriyeyê. Spas ji Xwedê re, rewş baş bû em dê vegerin welatê xwe.”
Tariq Eburas û hevjîna wî Gada Eburas jî xelkê Sermedayê ne. Ew ji bo bazirganiyê ji Sermedayê çûne navçeya Reyhanliyê ya Antakyaya Tirkiyeyê.
“Piştî çûna Esed rewş gelekî baş e”
Bazirgan Tariq Erburas got:
"Piştî çûna Esed rewşa ewlehî gelekî baş e û gel hemû bûye hevgir. Spas ji Xwedê re rewş aram bûye.
Em dê herin mala xwe ya li Reyhaniyê, zarokên diçin dibistanê. Em li Tirkiyeyê karê bazirganiyê dikin.”
Li gorî amaran rojane nêzîkî 300 heta 400 barhilgirî bi armanca bazirganiyê ji Deriyê Bab El Hewayê derbasî Sûriyeyê dibin û zêdetir xwarin vexwarin û kelûpelên paqijiyê dibin Sûriyeyê.
“Ti pirsgirêkên bazirganiyê nînin”
Karmendê Pişkînînê yê Gumrikê Lutfullah Aykar jî got:
“Di mijara bazirganiyê de heta niha çi pirsgirêk nînin. Barhilgir derbas dibin.
Li aliyekî xelk derbas dibe û li aliyekî din bazirganî berdewam e. Heta niha kêşe nîne.”
Şofêr Ahmet Yalçin jî got, “Ez qahwe dibim. Kar baş e . Spas ji bo Xwedê em li ser karê xwe ne.”
Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî ji bo ji nû ve avakirina jêrxanaya Sûriyeyê 45 milyar dolar pêwîst in û her ji niha kompanyayên binasazî yên Tirkiyeyê dixwazin li kar bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse