Amerîka: Heta niha Hemas û Îsraîlê li ser agirbestê li hev nekiriye

19-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îdareya Biden raporên di medyayê de tên belavkirin red dike ku behsa rêkeftina demkî ya Hemas û Îsraîlê dikin.

Berdevka Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Koşka Spî Adrienne Watsonê di beyannameyekê de ragihand ku heta niha Hemas û Îsraîl li ser rawestandina şer negihiştine rêkeftinekê û got:

“Hikûmeta Amerîkayê li ser hewlên xwe yên ragirtina şerê ku 45 roj in hene, berdewam e.”

Adrienne Watsonê anî ziman:

“Heta niha rêkeftinek nîne lê em li ser hewlên xwe berdewam in daku bigihin rêkeftinê.”

Roja şemiyê, medyaya Amerîkayê belav kir ku Hemas û Îsraîl bi navbeynkariya Qeterê ji bo agirbesteke 5 rojan gihiştine rêkeftineke demkî ku dê Hemas 50 dîlan berde.

“Agirbest nîne”

Derbarê wan raporên medyayê de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu şeva şemiyê di civîneke çapemeniyê de, careke din dubare kir û got:

“Heta hemû dîl neyên azadkirin, agirbest nîne.”

Piştî êrişên Hemasê yên li navçeyên başûrê Îsraîlê ku bûn sedema herî kêm kuştina hezar û 200 kesî û dîlgirtina herî kêm 240 kesan, Îsraîlê ji esman û bejahî ve êrişên xwe yên li Xezeyê dane destpêkirin.

Îsraîlê soz daye ku ew heta çekdarên Hemasê li Xezeyê ji nav nebin, şer bi dawî nabe.

Ji ber bombebarana artêşa Îsraîlê ya li Xezeyê, 12 hezar û 300 Filistînî hatine kuştin û Neteweyên Yekbûyî jî dibêje, di nav wê hejmarê de 5 hezar ji wan zarok in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst