Amerîka: Di şerê Hemas û Îsraîlê de 22 welatiyên me hatine kuştin

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştrast kir ku 22 Amerîkî di şerê Hemas û Îsraîlê de hatine kuştin.

Herwiha Şêwirmendê Ewlehiyê ya Niştimaniya Amerîkayê Jake Sullivan jî ragihand:

“Nêzîkî 20 Amerîkî jî wenda ne, tê gumankirin ku di nav dîlan de bin.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî doh diyar kiribû ku di êrişa Hemasê ya li Îsraîlê de 14 Amerîkî hatine kuştin.

Çekdarên Hemasê 7ê vê mehê êrişeke bejahî, hewayî û deryayî li dijî Îsraîlê ya bi navê “Tofana Eqsayê” da destpêkirin.

Îsraîlê ji demê ve li dijî Xezeyê dest bi êrişeke dijber kir.

Heta niha ji her du aliyan zêdetirî 2 hezar kesî hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst