Blinken li Îsraîlê ye: Agirbest encamên baş bi dest tîne

30-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Antony Blinken Îsraîl Hemas Xeze Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de encamên baş bi dest tîne û ew hêvî dikin ku ev yek berdewam be.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de çû Îsraîlê.

Blinken ji aliyê Serokkomarê Îsraîlê Îshaq Herzog ve hat pêşwazîkirin.

Blinken û Herzog di hevdîtinê de, mijara agirbestê û alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê nirxandin. 

Herzog di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo berdana rehîneyên di destê Hemasê de xebat didomin û ji ber piştgiriya di vê pêvajoyê de spasiya Amerîkayê kir.

150 rehîne di destê Hemasê de mane

Herzog diyar kir ku hîn jî di destê Hemasê de 150 rehîne mane.

Blinken jî anî ziman ku bi saya peymana berdêlîkirina rehîneyan a di navbera Îsraîle û Hemasê de, girtî ji nû ve gihiştin malbatên xwe.

Blinken bal kişand ser wê yekê ku lihevkirina ku pêk hatiye ji bilî berdana rehîneyan rê dide ku alîkariyên mirovî bigihêjin Xezeyê.

Blinken wiha pê de çû:

"Ev pêvajo encamên baş bi dest tîne. Ev girîng e û em hêvî dikin ku ev yek berdewam be.

Di heman demê de ez li bendê me ku bi awayekî berfireh gotûbêjên bi hikûmeta Îsraîlê re yên li ser nexşereya ji bo Xezeyê dest pê bikin."

“Blinken dê bi Mehmûd Ebas re bicive”

Rayedarekî Filistînî diyar kir ku Blinken dê serdana Şeriaya Rojavayê jî bike û bi Serokê Rêveberiya Filistînê Mahmud Ebbas re bicive.

Tê çaverêkirin ku Blinken di hevdîtinan de êrişa Îsraîlê ya li Xezeyê jî binirxîne.

Rayedarên payebilind ên Amarîkayê jç diyar kirin ku Blinken di hevdîtinê de, dê mijarên wekî parastina sivîlên li Xezeyê û sînordarkirina ziyana binesaziyan gotûbêj bikê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst