Îsraîlê di 2 rojan de 2 caran Sûriye bombebaran kir: ‘Em dê êriş bikin!’

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê di nava 2 rojan de 2 caran bombe bi ser Sûriyeyê de barandin.

Taxa Mezê ya li başûrrojavayê Şama paytexta Sûriyeyê piştî êrişa balafirên şer bû kavil.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî, konsulxane û balyozxane li taxa Mezê ne.

Tax di heman demê de malên sivîlan jî li xwe digire.

Şêniyê taxa Mezê Basil Selame got:

“Ew tenê êrişî sivîlan dikin. Em li vê taxê dijîn û mûşek li avahiyan dikevin.

Ji bilî sivîlan ti kes li vê derê nînin. Ti pêgehên leşkerî jî li vê derê nînin.”

Îsraîlê di 2 rojan de 2 caran êriş kir.

Êrişa yekem 14ê Çiriya Paşîn bû.

Taxa Mezê ya li nava Şamê û taxa Qudsiyê  ya li derveyî Şamê hatin bombebarankirin.

Di encama êrişan de 23 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.

Elî Larîcaniyê Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî dema êrişê çûbû serdana Serokê Sûriyeyê Beşar Esed.

“Em dê êriş bikin”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari li ser êrişê daxuyaniyek da.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari anî ziman:

“Ji me re diyar bû ku ew mûşek û teqemeniyên ku Hizbulah diavêje axa Îsraîlê, li Sûriyeyê tên çêkirin û ji Sûriyeyê ji Hizbulahê re tên şandin.

Çi hewlên veguhastina çekan ji Sûriyeyê ji Hizbulahê re hebin em dê êriş bikin.

Her wiha her jêrxanên çêkirina çekan li Sûriyeyê hebin em dê êrişî wan deran jî bikin.”

Di nava 24 saetan de li heman taxa Şamê êrişa duyem jî hat kirin.

Tenê bi dirêjiya îsal cara 54an e ku Îsraîl êrişî Şamê û derdora wê dike.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari her wiha da zanîn:

“Me êrişî rêyeke veguhastina çekan kir ku xizmeta Hizbulahê dikir.

Îranê tê re ji sînorê Sûriyeyê çek digihandin Hizbulahê.

Piştre me êrişî baregeheke Cîhada Îslamî ya li Sûriyeyê kir.”

Li gorî amarên nefermî ji destpêka îsal ve Îsraîlê 251 êrişên asmanî û mûşekî li Sûriyeyê kirine.

Di êrişan de 270 armanc hatine têkşikandin, 303 leşker hatine kuştin û 262 leşker jî birîndar bûne.

62 kesên sivîl jî di wan êrişan de hatine kuştin ku 12 ji wan zarok in, her wiha 62 kesên din ên sivîl jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst