Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir

02-04-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî Şama paytexta Sûriyeyê û parêzgeha Hamayê kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), balafirên Îsraîlê derdora Avahiya Lêkolînên Zanistî ya li Taxa Berzeyayê Şamê û nêzîkî navenda bajarê Hamayê kirine hedef.

Heta niha derbarê zerer û ziyanan de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Îsraîl ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an vir ve li Sûriyeyê êrişên esmanî li ser xalên leşkerî, cebilxane û alavên leşkerî yên ji ji rejîma Beasê ya rûxiyayî mane pêk tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst