Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê li hevdû bicivin.
Di civînê de dê pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Rûsyayê re û pêşhatên dawî yên li herêmê were gotûbêjkirin.
Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê
Doh 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bi serperiştiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dest pê kir.
4 hezar mêvanên navxwe û biyanî ku di nava wan de 20 serok û serokwezîr, 50 wezîrên karên derve yên welatan, 70 wezîrên din ên welatan, 60 nûnerên payebilind ên rêxistinên navneteweyî beşdarî forumê bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di nava wan 20 serok û serkirdeyên ku bi fermî ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve hatine vexwendin de ye.
Nêçîrvan Barzanî doh bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya bû.
Serokê Herêma Kurdistanê dê di çarçoveya forumê de bi gelek serkirde û berpirsên cihanê û herêmê re civînên dualî pêk bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse