Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêra paytext Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov û şandeya pê re qebûl kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, di hevdîtinê de pêwendiyên Rûsya, Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, veberhênanên Rûsyayê yên li Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên bi Rûsyayê re dubare kir û tekezî li ser rola şirketên Rûsî yên li Herêma Kurdistanê kir.
Barzanî her wiha spasiya Rûsyayê kir ji bo alîkariyên ku di demên zehmet de pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê ya li Îraqê kir û got divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirin.
Her wiha encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Derbarê rewşa Sûriyeyê de, aliyan piştgiriya xwe ji bo bicihkirina aramî û ewlehiyê nîşan dan û tekezî li ser parastina mafên Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir.
Di vê çarçoveyê de, metirsiya DAIŞê û xurtbûna wê li Îraq û Sûriyeyê hat nirxandin û girîngiya rêgiriya li DAIŞê hat diyarkirin.
Di hevdîtinê de her wiha pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên li gel welatên herêmê û mijarên hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse