Li Pakistanê di xwepêşandanan de 3 polîs hatin kuştin

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan Pakistan Hilbijartin Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Wezîristana Bakur a Pakistanê di xwepêşandanên ku bi sedema dereng ragihandina encamên hilbijartinê tên lidarxistin de 3 polîs hatin kuştin.

Serokê Partiya Tevgera Demokratîk a Neteweyî Muhsîn Dawer jî birîndar bû.

Li gorî nûçeya televîzyona Geo Newsê, Serokê Partiya Tevgera Demokratîk a Neteweyî Muhsîn Dawer û alîgirên wî li bajarê Mîranşahê yê Bakurê Wezîristanê ji bo protestokirina dereng ragihandina encamên hilbijartinê li hev civiyan.

Di pevçûna dema protestoyê de 3 polîsan canê xwe ji dest da û serekê Muhsîn Dawer jî bi çekê birîndar bû.

Di xwepêşandana ku duh li parêzgeha Xeyber Pextunxwayê bi mebesta protestokirina encamên hilbijartinê hatibûn lidarxistin de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Dengdana ji bo hilbijartina Parlamentoya Pakistanê û meclisên parêzgehan ku dê 5 salan li wî welatî wek meclisê kar bikin, l8ê Sibata 2024an hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst