Îsraîl: Hemû deverên Hemasê kontrol kiribûn hatin vegerandin

09-10-2023
RÛDAW
Êrişên Hemasê berdewam in
Êrişên Hemasê berdewam in
Nîşan Îsraîl Hemas Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê îro ragihand ku hemû deverên ku Hemasê kontrol kiribûn hatin vegerandin.

Ev du roj in şerekî dijwar di navbera Hemas û Îsraîlê de dest pê kiriye.

Piştî du rojan ji şerê xwînrêj, artêşa Îsraîlê ragihand ku hemû ew navçeyên ku ji aliyê Hemasê ve hatibûn kontrolkirin hatine vegerandin.

Artêşa Îsraîlê herwiha diyar kir ku ew pêşbînî dikin ku hinek çekdarên Hemasê di nav axa wî welatî de mabin.

“Me hemû cihên derdora Xezeyê kontrol kirin”

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê Richard Hecht got:

“Di vê demê de me karî rewşê aram bikin lê hîn jî li hinek cihan şer û pevçûn hene. Niha bala me li ser behiştina terorîstan e. Me hemû cihên derdora Xezeyê kontrol kirin.”

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ferman da

Artêşa Îsraîlê hêzeke zêde ji tank û zirxpoşan li başûrê welat li nêzîkî Xezeyê bicih kiriye.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ferman da, dorpêçeke tund li ser Xezeyê bê kirin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Uav Gallant jî got, “Em dê dorpêçeke tam bixin ser Xezeyê. Ti elektrîk, ti xwarin, ti av û ti gaz nabe biçe, hemû tê rawestandin. Em şerê ajelan dikin û li ser vê bingehê jî pêngavan davêjin.”

Artêşa Îsraîlê tekez dike ku qonaxa bê jinavbirina şiyanên serbazî û bandora Hemasê ye.

Berdevekê Artêşa Îsraîlê Jonathan Konriks jî got:

“Karê me ew e ku dawiya şer piştrast bibin, Hemas ti şiyanên wê yên serbazî nemînin da ku gefê li xelkê sivîl ê Îsraîlê bixwe. Herwiha divê em piştrast bibin ku Hemas nikaribe Xezeyê bi rê ve bibe.”

Êrişên Hemasê berdewam in

Êrişên mûşekî yên Hemasê yên l, bajarên di bin kontrola Îsraîlê de berdewam dikin.

Hinek ji wan mûşekan li cihên sivîl ketine û bûne sedema kuştin û birîndarbûna xelkê.

Li Tel Evîv, Esqelan û Quds-Orşelîmê zengilê metirsiyê lê daye.

Firokeyên şer ên Îsraîlê berdewam Xezeyê bi dijwarî bombebaran dikin.

Di êrişa Îsraîlê de mizgeftek wêran bûye, rayedarên Îsraîlê didin zanîn ku çekdarên Hemasê xwe tê de veşartibû.

“Ji nişka ve dinya bi ser me de hat xwarê”

Nişteciya Xezeya Dayika Adil jî got:

“Em bixwe bi selametî rûniştibûn û li benda banga sibehê bûn. Ji nişka ve dinya bi ser me de hat xwarê, me got çi bûye, wan got mizgeft hat bombebarankirin. Em reviyan derve, her tişt bi ax û xwînê û wêrankariyê hatibû nixûmandin.”

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Eşref Qedre jî got:

 “Ji ber hejmara mezin a qurbaniyan qerebalixeke zêde li hemû nexweşxaneyên Xezeyê heye. Herwiha hejmara şehîdan li nexweşxaneyan zêde bûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst