Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû

12-04-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Steve Witkoff Ebas Eraqçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gera yekem a hevdîtinên di navbera Îran û Amerîkayê de ku li Umanê hatin lidarxistin bi dawî hat û her du aliyan li hev kir ku hefteya bê dîsa bicivin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, gera yekem a hevdîtinên ku bi navbeynkariya Umanê di navbera Îran û Amerîkayê de hatibûn lidarxistin bi dawî bû.

Ev hevdîtina ku bi serokatiya şandeyên Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff hatin lidarxistin, di "atmosfereke avakar a li ser bingeha rêzgirtina dualî" de derbas bûn.

Her du aliyan li ser wê yek li hev kir ku hefteya bê jî hevdîtinan berdewam bikin.

"Bi awayekî erênî bi pêş ve diçe"

Li aliyê din, hat ragihandin ku hevdîtinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de li Umanê di atmosfereke erênî de berdewam dikin.

Rayedarekî ji heyeta danûstandinê ya Îranê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa nîv-fermî ya nûçeyan Tesnimê re got, "Atmosfera hevdîtinên di navbera Îran û Amerîkayê de erênî ye."

Wî rayedarî amaje pê kir ku dan û standinên peyaman di navbera her du aliyan de hîn didomin û got:

"Hevdîtin hîn neqediyane û her çi qasî didomin jî ez bawer nakim muzalere dê heta sibe berdewam bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst