Hûsiyan êrişî Îsraîlê kir, Amerîka û Brîtanyayê bersiv da

05-01-2025
RÛDAW
Nîşan Hûsiyên Yemenê Îsraîl Amerîka Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan destê sibehê mûşekeke ku ji Yemenê hatibû avêtin, berî ku bigihêje axa Îsraîlê, têk biriye.

Piştî êrişê li bajarokê Talmei Elazarê yê bakurrojhilatê bajarê Hederayê yê Îsraîlê sîrena hişyarkirina hat lêdan û hat diyarkirin ku mûşek ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê ve bi serkeftî hatiye têkbirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de got:

“Piştî ku berî deqeyekê li Talmei Elazarê sîrenan lê da, mûşekeke ku ji Yemenê hatibû avêtin, berî ku bikeve nav axa Îsraîlê hat têkbirin.”

Roja înê artêşa Îsraîlê ragihand ku droneke ji Yemenê piştî ku ketiye nav sînorê Îsraîlê, hatiye xistin.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan şer di navbera Îsraîl û Hemasê de li Xezeyê dest pê kir, Hûsiyan ragihand ku ew ji bo piştgiriya Filistîniyan êrişî keştiyên li deryaya Yemenê dikin û mûşek û dronan xwe davêjin Îsraîlê.

Êrişên Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike, bûn sedem ku trafîka deryayî ya di navbera Tengava Bab El Mendebê û Kanala Suweyşê de ku rêyeke girîng a bazirganiya navneteweyî ye, bi awayekî berbiçav kêm bibe.

Piştî ku meha Çiriya Paşînê li Libnanê di navbera Îsraîl û Hizbulaha ku Îran piştgiriya wê dike de agirbest hat ragihandin, Hûsiyan êrişên xwe zêde kirin.

Her wiha Îsraîlê êrişên asmanî birin ser herêmên di bin kontrola Hûsiyan de û dawiya meha Kanûna Pêşînê yek ji wan êrişan Balafirgeha Navneteweyî ya Senayê kir hedef.

Ajansa Nûçeyan a Sebayê û Kanala Televizyonê ya El Mesîra ya Hûsiyan ragihand ku îro danê sibehê “3 êrişên” ku tê gotin ji aliyê hêzên Amerîka û Brîtanyayê ve hatine kirin, li ser beşê rojhilatê bajarê Sedayê çêbûne.

Ti agahî li ser zerer an birîndaran nehat dayîn.

Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike, ji sala 2014an ve beşeke mezin a Yemenê kontrol dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst