Netanyahu li ser agirbestê: Divê berê dîlan berdin

03-11-2023
RÛDAW
Nîşan Benjamîn Netanyahu Hemas Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Benjamin Netanyahu li ser “pêşniyara agirbesta demkî ya mirovî” axivî û got, “Heta ku Hemas dîlên di destê xwe de bernede, em agirbestê qebûl nakin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu û Wezîrê Karên Derve yê Amarîkayê Antony Bilinken li Tel Avîvê civiyan.

Benjamîn Netanyahu piştî hevdîtinê daxuyaniyek da çapameniyê.

Benjamîn Netanyahu bêyî ku behsa “pêşniyara agirbesta demkî ya mirovî” ya Amarîkayê bike got:

“Em dê bi hemû hêza xwe berdewam bikin.”

Netanyahu di daxuyaniyê de herwiha got:

“Eger dîlên di destê Hemasê de neyên berdan, Îsraîl agirbesta demkî ya mirovî qebûl nake.

Em nahêlin sotemenî derbasî Xezeyê bibe. Em li dijî wê ne ku pere bê şandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst