Netanyahu: Şerê Xezeyê dê çend mehan berdewam be

31-12-2023
RÛDAW
Nîşan Benjamîn Netanyahu Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku şerê Xezeyê dê “çend mehan” berdewam be û got, “Heta Hemasê ji nav nebin em ranawestin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu herwiha soz da xelkê Îsraîlê ku dîlên li Xezeyê vegerînin.

Netanyahu da zanîn ku artêşa wan “şerekî zehmet” dike û ji bo ku bigihin armanca xwe pêdiviya wan bi demê heye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu roja şemiyê di civîneke çapemeniyê de anî ziman:

“Şer dê çend mehan berdewam be, heta wê dema Hemas tê jinavbirin û dîl jî tên vegerandin.

Em garantiyê didin ku careke din Xeze nebe gef li ser Îsraîlê.”

Netanyahu behsa wê yekê jî kir ku heta niha 8 hezar çekdarên Filistînî hatine kuştin û got:

“Em gav bi gav Hemasê ji şiyanên wê bêbeş dikin. Serkirdeyên wê jî ji nav dibin.”

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de heta niha 21 hezar û 627 kes hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in.

Şerê Hemas û Îsraîlê piştî wê yekê dest pê kir ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê êrişî Îsraîlê kir ku nêzîkî hezar û 140 Îsraîlî hatin kuştin.

Li gorî artêşa Îsraîlê piraniya wan xelkê sivîl bûn û her di wê rojê de nêzîkî 250 Îsraîlê jî wek dîl hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst