Hemas: Berdana dîlan bi rawestandina şer dibe

17-12-2023
RÛDAW
Hemas: Berdana dîlan bi rawestandina şer dibe
Hemas: Berdana dîlan bi rawestandina şer dibe
Nîşan Îsraîl Hemas Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja 15ê vê mehê artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bi şaşî 3 dîl kuştine ku wan alaya spî jî bilind kiribû.

Belavbûna vê nûçeyê bû sedema nerazîbûneke zêde.

Xwepêşandan li Tel Avîva paytexta Îsraîlê hatin kirin û xwepêşanderan daxwaza vegerandina dîlan kirin.

Welatiyê Îsraîlê Michael Rapaport anî ziman:

“Di vê demê de 129 mêr, jin û zarok hene ku zêdetirî 11 hefteyan e hatine desteserkirin û divê vegerin malê.”

Bi nerîna Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Hemas gefek e, divê bi rêya vî şerî bi dawî bibe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got:

“Piştî jinavbirina Hemasê, Xeze ji çekan tê paqijkirin, dikeve bin kontrola ewle ya Îsraîlê û careke din gefê li ewlehiyê welat û gelê me naxwe.”

Hinek çavkanî behsa wê yekê dikin ku kabîneya şer a Îsraîlê li benda amajeyekê ye ji Hemasê ji bo gereke nû ya agirbesteke demkî û azadkirina hejmareke din a dîlan.

Çavkaniyên medyaya Îsraîlê behsa wê yekê dikin ku tê gotin Serokê Mosadê ji bo gotûbêja agirbesta demkî bi Serokwezîrê Qeterê re li welatekî Ewropayê ye lê Hemas agirbesta demkî red dike.

“Bi mercên hêzên berxwedanê”

Endamê Mekteba Siyasî ya Hemasê Ûsame Hemdan jî got:

“Ew artêşa Nazî ku şer ji bo azadkirina dîlan ragihand, 3 ji wan bi saxî diçin ber wê û daxwaza alîkariyê dikin lê ew artêş guleyan li wan dibarîne û wan dikuje.

Eger ew dijmin bixwaze serbazên xwe yên dîl bi saxî wergire, divê şer bi temamî rawestîne û dest bi gotûbêjan bike lê bi mercên hêzên berxwedanê.”

Rêveberiya Biden ji bo rawestandina vî şerî di bin zexta navxwe ya Amerîkayê û piraniya civaka navdewletî de ye.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan çû Îsraîlê û ji berpirsan re got, divê heta dawiya îsal vê operasyonê bi dawî bikin.

Şerê Xezeyê di hefteya 11an de ye û hejmara kuştiyên sivîl ên Xezeyê nêzîkî 19 hezar kesan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst