‘Îsraîlê ji Amerîkayê xwest ku nehêle Tirkiye li Sûriyeyê baregehan ava bike’

04-03-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Tirkiye Sûriye Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî medyaya Îsraîlê, rêveberiya Tel Evîvê ji Amerîkayê xwest ku nehêle Tirkiye li Sûriyeyê baregehan ava bike.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku Tirkiye dê li Sûriyeyê 3 baregehên leşkerî ava bike û rêveberiya Tel Evîvê li ser vê, ji Amerîkayê xwest ku nehêle Tirkiye wan baregehan ava bike.

Di nûçeya rojnameya Israel Hayomê de hat gotin ku Îsraîlê ji Amerîkayê li hemberî çalakbûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê pêbawerî xwestiye.

Li gorî nûçeyê, Tirkiye plan dike ku li Sûriyeyê 3 baregehên leşkerî ava bike.

Israel Hayomê da zanîn ku rêveberiya Tel Evîvê ji Amerîkayê xwest ku peyamên pêbaweriyê bidin wan ku Tirkiye li Sûriyeyê baregehên leşkerî ava neke û polîtîkaya li dijî Îsraîlê nemeşîne.

Di nûçeyê de dîsa hat gotin ku piştî rûxîna desthilata Esed, Îsraîl xwe ji wê heyamê re amade dike ku artêşa Tirk dê li Sûriyeyê rasterast bi cih bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst