Husiyan gef li Amerîkayê xwar!

02-11-2023
Nîşan Husî Yemen Îran Amerîka Îsraîl Gefxwarin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hûsiyên Yemenê ku Îran piştgiriyê dide wan ji ber şerê Hemas-Îsraîlê gef li Amerîkayê xwar.

Husiyan got, “Eger Îsraîl dawiyê li komkujiyên xwe neyîne em dê keştiyên Amerîkayê yên şer binav bikin.”

Artêşa Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşînê ve Xezeyê bombebaran dike.

Di roja 27emîn a şerê Hemas-Îsraîlê de, Husiyên Yemenê bi daxuyaniyeke tund Amerîka tehdîd kir.

Husiyan doh jî bi balafirên bêmirov û mûşekan êrişî Îsraîlê kiribû.

Husiyan diyar kir ku eger “komkujiya li Xezeyê” neyê rawestandin, ew dê keştiyên şer ên Amarîkayê binav bikin.

“Parastina Filistînê erkê me yê pîroz e”

Berdevkê Leşkerî yê Husiyên Yemenê Yahya Sare, piştî ku hêzên wan êrişî Îsraîlê kir daxuyanî da û got:

“Parastina Filistînê erkê me yê pîroz e. Em ji bo her tiştî amade ne. Di vê çarçoveyê de bi izna Xwedê me gelek mûşekên balîstîk avêtin hedefên Îsraîla dagirker.

Eger em nêzîkî Filistînê bûna me dê bi sed hezaran Yemeniyan re piştgirî dabûna Filistînê lê ji bo ku em xwe bigihînin wê derê rêyek lazim e.

Heta ku êrişên Îsraîlê rawestin, em dê bi mûşekan piştgiriyê bidin hêzên berxwedêr ên Filistînê.”

Li aliyê din, Artêşa Îsraîlê têkildarî êrişên Husiyan daxuyanî da û got:

“Mûşeka ku ji herêma Behra Sor ber bi axa Îsraîlê ve hat avêtin, ji aliyê pergala parastinê ve li hewayê hat îmhakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst