Çeka nukleerî, qeyrana Amerîka û Îranê aloztir dike

01-04-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Elî Xamineyî Donald Trump Çeka Nukleerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çeka atomî ango nukleerî qeyrana di navbera Amerîka û Îranê de aloztir dike û her du alî bi tundî hevdu tehdîd dikin.

"Îran bombê atomî çêdike yan na?" ev pirsa ku zêdetirî 20 salan e Amerîka, Îsraîl û heta radeyekê beşek ji cîhanê pê re mijûl e û car caran derdikeve pêş.

Bi zêdebûna aloziyên di navbera her du welatan de, dilgiranî jî li ser programên atomî yên Îranê zêdetir dibin.

Ev qeyran piştî salên dirêj ên rûbirûbûn û dorpêçan, bi taybetî piştî ku Amerîkayê ji peymanê atomî ya bi Îranê re vekişiya, kûrtir bûye.

Îran jî li hemberî vê yekê pêngavên xwe yên ji bo berfirehkirina çalakiyên xwe yên atomî zêde kirine.

Gelên herêmê bi fikar in ku ev qeyran ber bi şerekî mezin ve diçe, bi taybetî piştî bûyerên herêmî yên dawî û êrişên ku di navbera hêzên cihê de pêk tên. Ev alozî bandorê li ewlehiya herêmê jî dike.

Civaka navneteweyî hewl dide ku navbeynkariyê bike da ku her du alî vegerin ser maseyê lê heta niha ti gavên mezin nehatine avêtin û her du alî li ser helwestên xwe yên tund in.

“Amerîka rê nade Îran bibe xwediyê çeka atomî”

Bi hatina Donald Trump a ji bo Koşka Spî, ev mijar germtir bûye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Bruceyê got, "Kiryar û helwesta Îranê ya li seranserê cîhanê gef li berjewendiyên neteweyî yên Amerîkayê dike; ji ber vê yekê Serok Trump siyaseta 'zexta herî zêde' li ser vî welatî disepîne da ku dawî li tehdîda atomî ya Îranê bîne; Amerîka rê nade ku Îran bibe xwediyê çeka atomî."

Sala 2003yan û di demên ku Îran dihat tohmetbarkirin ku hewl dide çeka atomî bi dest bixe, Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî fetwaya qedexekirina bombeya atomî da.

Lê di Çiriya Paşîn a sala borî de, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî aşkere kir ku Îran bi rêjeya ji sedî 60 nêzîkî 204 kîlogram uranyuma dewlemendkirî heye.

Her iha ajansê piştî sê mehan, amarên xwe nû kir û got Îran niha 275 kîlo uranyuma dewlemendkirî heye.

 Ji aliyê zanistî ve, her bombeke atomî hewceyî 40 kîlogram uranyuma dewlemendkirî heye ku divê rêjeya wê ji 90 be.

“Îranê neçar mekin”

Beramberî vê yekê Şêwirmendê Elî Xamineyê Elî Larîcanî got:

"Îran dibêje ku şiyana min heye lê fetwaya Rêber (Elî Xamineyî) ew e ku 'em ber bi çekê atomî ve neçin', lê eger hûn di mijara atomî ya Îranê de kiryareke şaş bikin.

Hûn dê Îranê neçar bikin ku biçe ser vê rêyê, ji ber ku divê xwe biparêze, ji bo Îranê rêyeke din namîne. Xelk zextê dike ku ji bo ewlehiya welêt divê ev kar were kirin; lewma eger hûn ber bi bombebarankirinê ve biçin, çi bi rêya xwe yan jî bi rêya Îsraîlê, hûn dê Îranê neçar bikin ku bi awayekî din biryarê bide."

Trump ji balafira Air Force One a serokatiyê Tehran tehdîd kir û got, “Eger li hev nekin, ez dê rewşeke xirab bînim serê we.”

Amerîkayê li herêma Rojhilata Navîn û Deryaya Hindistanê jî hêzên xwe livandine; beramberî vê yekê Îran jî Amerîkayê tehdîd dike.

“Amerîka di odeya şûşeyî de ye”

Fermandarê Hêza Asmanî ya Sipaya Pasdaran a Îranê got Emîr Elî Hacîzade got:

"Amerîkî li herêmê kêmtir in li derdora Îranê, 10 baregehên wan ên leşkerî hene û 50 hezar leşkerên wan jî hene, ango ew di odeya şûşeyî de rûdinên û kesê ku di odeya şûşeyî de rûdinê, keviran navêje ti kesî."

Alozî û metirsiya rewşê Îran neçar kiriye ku hawara biber ber rêyên yasayî.

Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Emîr Seîd Îrevanî li ser tehdîdên Trump nameyeke fermî daye NYyê.

Emîr Seîd Îrevanî ji NYyê re dibêje, "Lêdanên bêtirs û dijminane yên Trump derbarê bombebarankirina Îranê de, binpêkirina vekirî ya qanûna navneteweyî û bingehên sereke yên Danezana Neteweyên Yekbûyî ne."

Ji Bill Clintonê heta George Bush kurê Bush, dûv re  Barack Obama, piştre Donald Trump û paşê Joe Biden û dîsa Donald Trump, rêveberiyên Amerîkayê yên li dû hev behsa bazineya 90 xulekî ya Îranê dikin di gihana çekê atomî de.

Netanyahu jî dixwaze Washingtonê razî bike ku li şûna Tel Avîvê, ew derbeyekê li binexaneya atomî ya Îranê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst