Xamineyî: Dan û standina bi Amerîkayê re bê feyde ye

07-02-2025
RÛDAW
Nîşan Elî Xamineyî Îran Amerîka Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî diyar kir ku dan û standna bi Amerîkayê re bê feyde ye.

Elî Xamineyî bi fermandarên artêşa Îranê re civiya û diyar kir ku diyaloga bi Amerîkayê re bê encam in û dê çareseriyê peyda nekin.

Elî Xamineyî got, "Dan û standina bi Amerîkayê re ti bandorê li çareserkirina pirsgirêkan nake.

Divê em vê yekê baş bizanibin. Bila wiha neyê xuyakirin ku eger em li ser maseya dan û standinê rûnin dê pirsgirêk çareser bibin.

Na, bi dan û standinê ti pirsgirêk çareser nabin."

Donald Trump 4ê Sibatê fermana serokatiyê ya ji bo destpêkirina siyaseta "Zor û Ambargoya Herî Zêde" ya li dijî Îranê îmze kir û hêvî xwest ku pêwîstî bi bikaranîna wê çênebe.

Trump sala 2018an di xula xwe ya yekem a serokatiyê de, ji bilî meşandina siyaseta "Zor û Ambargoya Herî Zêde" li dijî Îranê, ji rêkeftina nukleerî ya sala 2015an jî vekişiyabû.

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê sedemên redkirina danûstandinan bi Amerîkayê re wiha anî zimên:

"Ezmûna me heye, me di salên 90î de bi Amerîkayê re dan û standin kir, nêzîkî du salan bû.

Rêkeftinek çêbû û Îran jî di wê rêkeftinê de gelekî xêrxwaz bû û gelek tişt dan aliyê din lê Amerîkiyan pabendî heman rêkeftinê nebûn û heman kesê ku niha desthilatdar e rêkeftin qetand."

“Ew êrişî me bikin em jî dê êrişî wan bikin”

Xamineyî amaje bi wê yekê kir ki Amerîka nexşeya cihanê diguherînin û wiha domand:

"Amerîkî li ser kaxezan rûniştine û nexşeya cîhanê diguherin, helbet tenê li ser kaxezê ne di rastiyê de.

Li ser me jî diaxivin û gefan dixwin. Eger ew gefan li me bixwin em jî dê gefan li wan bixwin.

Eger ew gefên xwe bi cih bînin em dê gefên xwe bi cih bînin.

Eger êrişî ewlehiya gelê me bikin, bêguman em jî dê êrişî ewlehiya wan bikin.

Ev fermana Quran û Îslamê ye û erkek e li ser milê me."

Donald Trump li ser pirsa "Îran çiqasî nêzîkî bidestxistina çekên etomî ye?" got: "Ew gelekî gelekî nêzîk in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst