ÎZMÎR - Standa Amedê ji hemû bajaran zêdetir eleqeyê dibîne

09-12-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Bajarê Amedê beşadarî pêşangeha Îzmîrê bû
Bajarê Amedê beşadarî pêşangeha Îzmîrê bû
Nîşan Amed Îzmîr Pêşangeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îzmîrê pêşangeha navneteweyî ya turîzmê hatiye vekirin û tê de danasîna bi dehan bajar û navçeyan tê kirin lê standa Amedê ji hemû bajaran zêdetir eleqeyê dibîne.

Di nava standên bi dehan bajar û navçeyên Tirkiyeyê de jî dîsa standa herî qelebalix a Amedê bû.

Muzîka Kurdî ya ku ji vê standê bilind dibû, yekser bala beşdarên pêşangehê dida ser xwe.

Di standa Amedê de bi Kurdî stran têne gotin û govend tê gerandin. Hem Kurd û hem jî Tirk ji hemû standan zêdetir qesta standa Amedê dikin.

Yek ji van kesan jî Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer bû ku yekser qesta standa Amedê kir.

“Di navbera Amed û Îzmîrê de girêdaneke pir xurt heye”

Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer got:

“Îzmîr Ameda Rojava ye û Amed jî Îzmîra Rojhilat e. Ji ber vê yekê di navbera Amed û Îzmîrê de girêdaneke pir xurt heye.

Hem girêdaneke çandî heye û hem jî girêdaneke civakî heye. Ji ber vê yekê em ê jî wan girêdanan bi berdewamî biparêzin.”

Kurdên ku bi salan in li xerîbiyê dijîn û êdî li bajarek wekî Îzmîrê niştecih bûne jî berê xwe dan standa danasîna Amedê.

Dibe ku gelek ji wan nedikarîn serdana Amedê bikin lê Amed bi stran û şîranî û xwarina xwe hatibû ber lin gê wan.

“Em jiyana Kurdî em pir kêfxweş dibin”

Kurdê li Îzmîrê Azîz Dayan got, “Em çand û hunera xwe li vir dibînin. Bi zimanê kurdî... Xwarina me ya Kurdî, jiyana Kurdî em pir kêfxweş dibin.”

Kurdê li Îzmîrê dijî Celal Tatar jî got, “Bajarê me, welatê me, adetên me em dibînin û pir kêfxweş dibin.”

Bi qasî Kurdan, Tirkan û biyaniyan jî qesta rojên danasîna Amedê dikir. Direqisîn, govend digirtin û kêf dikirin.

“Ez aşîqê muzîka Kurdî me”

Rûniştvana Îzmîrê Selma Cancayê jî got, “Ez aşiqê kurdbûna wan, muzîka wan û her tiştê wan im.”

Rûniştvana Îzmîrê Şebnem Tan Guleryuzê jî diyar kir ku ew zêdetir ji bo muzîkê çûye standa Amedê.

Rûniştvana Îzmîrê Fersun Dîkerê jî da zanîn ku ew ji Îzmîrê ye û got, “Min hem standa Amedê pir xweş dît û hem jî pir eciband.”

“Guhdarkirina muzîka kurdî cuda ye”

Rûniştvana Îzmîrê Ayşegul Can jî got, “Ez rastê axaftina bi kurdî dihatim lê guhdarkirina muzîka kurdî cudatir e.

Rûniştvana Îzmîrê Sude Avciyê jî wihya behsa standa Amedê kir:

 “Standa Diyarbekirê pir dewlemend e. Gelek dewlemend e. Min pir eciband.”

Îzmîr bajarekî sereke yê Tirkiyeyê ye û li ber Deryaya Egeyê ye.

Ji Amedê hezar û 563 kîlometre dûr e. Ev bajar wekî keleya partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyeyê CHPyê tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst