Li Amedê çend dever hatin qedexekirin

09-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Lice Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê navçeya Liceyê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê ve, 9 dever di bin navê “heremên ewlariya taybet” de bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya ku roja Pêcşemê 8ê Hezîrana 2023an ji aliyê parêzgariya Amedê ve hatiye belav kirin, 9 deverên li sînorê taxên Zengezor û Mizagê yên navçeya Liceyê ya Amedê di bin navê “heremên ewlariya taybet” de bo dema 15 rojan ji çûn û hatina welatiyan  hatine qedexekirin.

Parêzgariya Amedê ragihandiye qedexe ji 7ê Hezîrana 2023an destpêkiriye û heta 22ê Hezîrana 2023an berdewam dike û kordînatên navçeyên qedexekirî jî li ser malpera xwe ya fermî diyar kirine.

Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtûjiyê û her pêşhatek nerênî” hatiye ragihandin û ew kesên ku pabendî qedexeyê nebin dê derbarê wan de lêkolîn bê destpêkirin û dê werin ceza kirin.

Li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê ev demeke bi hinceta operasyonên li dijî PKKê qedexe tên ragihandin û ew qedexe bi berdewamî bo dema 15 rojan tên dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst