Li Dêrsimê operasyona şelandinê: 17 kes hatin desteserkirin

31-05-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Şelandin Eskort
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda wê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, di operasyoneke şelandinê de li 3 bajaran 17 kes hatin desteserkirin.

Wan kesan bi rêya telefonê pêwendî bi xelkê re dikir û ji wan re digot ku ew dê ji bo wan "laşfiroşan" peyda bikin.

Parêzgariya Dêrsimê ragihand ku welatiyekî wî bajarî yê bi navê B.A, 6ê Gulana 2024an çûye Rêveberiya Ewlehiyê û bi îdiaya ku ew bi bihayê 225 hezar lîreyan hatiye şelandin giliyên xwe kir.

“Tuncelî Eskort Duruyê ez şelandim”

B.A gotiye ku ji aliyê hesabeke medyaya civakî bi navê “Tuncelî Eskort Duru”yê ve hatiye şelandin.

Hêzên ewlehiyê li ser giliyê wî kesî xebat da destpêkirin.

Di encama şopandina 16 xetên telefonan de, li bajarên Denîzlî û Kocaeliyê 17 kes hatin destnîşankirin ku telefonî xelkê dikin û ji wan re dibêjin ew dê li hemberî pere “eskortan” ji wan re dabîn bikin.

Wan kesan li beramberê vê yekê pere xwestine.

Li gorî zanyariyan wan 17 kesan hewl daye 29 kesan bişelînin û pereyan ji wan wergirin.

17 kes hatin desteserkirin

Piştî xebatan hêzên ewlehiyê di operasyonekê de li bajarên Kocaelî û Denîzlî 17 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê kesên destserkirî piştî karûbarên îfadeyê şandin Dêrsimê.

Li navnîşanên her 17 gumanbaran dest bi ser 21 telefon, 31 sîmkart, 10 kartên bankeyê, 2 tablet, kompûterek, makîneyek hejmartina pere û 122 hezar û 700 lîreyên Tirkî  de hat girtin.

Parêzgariya Dêrsimê ragihand ku serokê vê tora şelandinê M.K di îfadeyên xwe de gotiye ku wî ji sedî 60ê dahata vî karî ji xwe rakiriye û ji sedî 40ê mayî jî li kesên din belav kiriye.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê tê texmînkirin ku vê torê şelandin û xapandinê di navbera 2 salan de bi bihayê 50 milyon lîreyên Tirkî xelk bi vê rêyê şelandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst