Li Dêrsimê gundî ji ber êrîşa kuliyan dilgiran in

25-07-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Kulî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Germbûna keşûhewayê li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê dibe sedema hatina refên kuliyan û ev yek gundiyan dilgiran dike.

Destpêkê ew refê kuliyan li parêzgehên Meletî û Xerpêtê hatin dîtin û piştre li navçeya Hozatê ya Dêrsimê hatin dîtin.

Kulî, li gundê Balkaynar û gundikên derdorê, ref bi ref li ser rê û dirban û bexçeyan datînin û ziyanê didin zeviyên çandî, bexçe û mêşên hingiv jî. Cotkar bi dilgiranî temaşeyî êrîşa kuliyan dikin.

Welatî Întîzar Balikê got, “Kulî pir in, zirareke zêde dane me. Zevî û bistanên me hemû xwarin. Zirereke mezin didin daristanên me. Cihên ku ajelên me lê diçêrin û hemû simbilên genimê me xwarine.”

"Diçin kû derê wê derê talan dikin"

Aydin Balik jî bi vî awayî behsa mijarê kir:

“Diçin kû derê wê derê talan dikin. Muxtarê me çû Birêveberiya Çandiniyê ya Parêzgehê lê birêveberiya parêzgehê got eger em derman bi kar bînin dê mêşên hingiv zirarê bibînin û mudaxale nekir. Tiştek ji destê me nayê.”

Ev êrîşa kuliyan, biqasî çandiniyê zirarê dide ajelvaniyê jî bi taybetî mêşên hingiv.

Hemwelatî hewl didin bi derfetên xwe, wan kuliyan ji bax û bistanên xwe derxînin, lê gelek caran bêçare dimînin.

Gundî dibêjin, ev 2 sal in ew di bin êrîşa kuliyan de ne û divê rayedar lêkolînên pêwîst bikin û çareyekê ji vê rewşê re bibînin.

Gullu Balikê jî anî ziman, “Li kuliyan binêrin, bistanên me xwarine, ji sibehê heta êvarê dixwin. Me derman anî û derman kir lê çareya wê tine.”

Cengiz Yeşil diyar kir, "Kuliyan girtiye ser gundê me Balkaynar û gundikên derdorê. Ji bo mêşên hingiv zirarê nebînin, rayedar tiştekî nakin. Lê van kuliyan ne zevî hiştin ne bax û bistan ne jî nefel bi me ve hiştin. Ev 2 sal in li vê deverê tiştek nehatiye kirin, ez daxwaza alîkariyê ji rayedarên dewletê dikim."

Parêzgeha Dêrsimê devereke Çiyayî ye û debara xelkê wê li ser baxvaniyê û ajaldariyê ye lê niha ev hatina kuliyan li ser vê dahatê û jêdera jiyana wan bûye metirsiyeke mezin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst