Li Dêrsimê meş, civîn û çalakî hatin qedexekirin

29-07-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, xwepêşandan, meş, civîn, konferansên rojnamevanî, mîtîng, konser û vegirtina konan ji bo rojekê hatin qedexekirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê ragihandibû ku dê bi armanca protestokirina qedexeya li ser “Dayikên Şemiyê” îro li parêzgehê daxuyaniyeke piştgiriyê bide.

Li ser vê yekê Parêzgariya Dêrsimê xwepêşandan, meş, civîn, konferansên rojnamevanî, mîtîng, konser û vegirtina konan bo rojekê qedexe kirin.

Parêzgariya Dêrsimê ragihand ku hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, mîtîng, konser, vedana kon û standan û çalakiyên din roja Şemiyê 29ê Temûza 2023an hatine qedexekirin.

Parêzgariyê di daxuyaniyê de ragihand, biryara qedexeyê bi armanca rêgirtin li bûyerên ku aramiya civakê dikin armanc, parastina can û malê welatiyan û berdewamkirina rewşa aram û ewle hatiye wergirtin.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn û bi ti awayî rê nayê dayîn ku çalakiyên bêdestûr bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst