Li Dêrsimê xwepêşandan û çalakî hatin qedexekirin

22-07-2023
Firat Kelehkî
Nîşan Dêrsim Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, meş û grev hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Parêzgariya Dêrsimê ve hatiye belavkirin, ji demjimêr 00:01ê sibeha îro Şemiyê 22yê Tîrmeha 2023yan heta demjimêr 23:59an derengê şevê kirina hemû cure civîn, xwepêşandan, meş û grev, vedana konan û çalakiyên din li sînorê parêzgeha Dêrsimê qedexe ne.

Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniya xwe de anî ziman, “Bi armanca parastina bingehên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li her bûyereke din” biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.”

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê çalakiyên fermî li xwe nagire ku parêzgar û qeymeqam destûrê didin.

Qedexekirina pêkanîna çalakiyan li Dêrsimê di demekê de ye ku ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên ewlehiyê qedexe tên ragihandin û dema wan qedexeyan bi berdewamî tê dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst