Qedexeya çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê hat dirêjkirin

31-03-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê qedexeya çûnûhatine heta 10ê Nîsana 2020an dirêj kir. Qedexeya derketina derve, ku ji ber vîrusa Koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin, sibê 1ê Nîsanê xilas dibû.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê  Rêber Ehmed îro Sêşemê 31ê Adarê ragihand ku di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna vîrusa koronayê de qedexeya hat û çûnê bo 10ê Nîsana 2020an hate dirêjkirin.

Qedexeya çûnûhatinê beriya niha li seranserê Herêma Kurdistanê heta 1ê Nîsanê hatibû ragihandin.

Li gor amarên ku Wezareta Tendirsutiyê belav kirine, hejmara giştî ya haletên tûşbûna bi vîrusa COVID-19 li Herêma Kurdistanê gihîşte 162 kesan, ku 57 kes ji wan baş bûne û ji destpêkê ve heta niha 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst