WAN - Berî sersalê otel ji sedî 100 tije bûne: ‘Divê em mêvanên xwe yên Îranî bikin taca serê xwe’

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Geştyar Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal li gorî sala borî zêdetirî 160 hezar geştiyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê çûne parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê û niha berî sersalê li otelan cih nemaye.

Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê wekî her sal, ji bo derbaskirina sala nû ya 2024an jî bûye rawestgeheke sereke ya geştiyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê û bi rêya deriyê sînorî yê Kapikoyê pêl bi pêl berê xwe didin Wanê.

Geştiyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo bêhnvedana 3 rojî ya sersalê berî çend rojan rezervasyonên xwe li otelên Wanê kirine.

Li gorî zanyariyên di medyaya Tirkiyeyê de belav bûne niha li otelên Wanê yên tomarkirî û netomarkirî ku kapasiteya wan 15 hezar kes e cih nemaye û rêjeya tijebûnê ji sedî 100 e.

Alîkarê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Fevzî Çelîktaş ragihand ku di saleke dawî de 600 hezar geştiyar bi rêya deriyê sînorî yê Kapikoyê hatine Wanê û got:

“Her geştiyarek jî li bajêr 500 dolaran xerc dike. Dema em vê lêkdanî 600 hezar kesan bikin salane dike 300 milyon dolar. Wate bi pereyê me dike 900 milyon lîre.”

“Divê em gelê Wanê mêvanên xwe yên Îranî bikin taca serê xwe”

Çelîktaş desnîşan kir ku armanca wan a sala 2024an pêşwazîkirina milyonek geştiyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye û got:

“Divê em gelê Wanê mêvanên xwe yên Îranî bikin taca serê xwe û hewil bidin ku ew demên xweş li vê derê derbas bikin.”

Alîkarê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê herwiha ragihand ku sala borî 434 hezar geştiyar ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine parêzgehê û got:

“Îsal ew reqem gihişt 600 hezarî. Wate îsal zêdetirî 160 hezarî bêhtir hatine. Em sala 2024an li benda zêdetir Îraniyan in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst