Îranê 6 Kurdên din jî îdam kirin

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan Xesrew Başeret Îran Kurd Îdamkirin Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê Li Kerec û Îlamê 6 girtiyên Kurd îdam kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê di raporekê de eşkere kir ku îro 3 girtiyên Kurd ên bi navên Mihemed Kerîm Gerawend, Sîrûs Heyatbînî yê ji Koyeştê, Mihemed Riza Rehîmpûrê ji bajarê Nûrawayê ya parêzgeha Loristanê li Girtîgeha Qizilhîsarê ya Kerecê hatin îdamkirin.

Ew her 3 girtiyên Kurd bi hinceta bazirganiya madeyên hişbir hatibûn desteserkirin û cezayê îdamê li wan hatibû birîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê, îro Dadgeha Kerecê girtiyê bi navê Xesrew Başeret ku li Girtîgeha Qizilhîsarê dihate girtin îdam kir.

Li gorî zanyariyan, li girtîgeha Qizilhîsarê îro 4 girtiyên Kurd hatine îdamkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku li Girtîgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê jî girtiyên bi navên Riza Xulam Huseynî yê 21 salî û Ferox Xan Mihemedî yê 60 salî jî roja sêşemê hatine îdamkirin.

Li gorî zanyariyan Riza Xulam Huseynî beriya 4 salan û Ferox Xan Mihemedî jî beriya bi 14 salan bi tohmeta “kuştina bienqest” hatibûn desteserkirin û cezayê îdamê li wan hatibû birîn.

Hejmara îdamkirina Kurdan zêde dibe

Amnesty Internationalê beriya bi mehekê di raporekê de eşkere kiribû ku Komara Îslamî ya Îranê dest bi desteserkirin û îdamkirina neteweyên Kurd, Belûc Ereb û Azerî kiriye.

Li gorî Amnestyê sal bi sal hejmara girtî û îdamkirina Kurdên Yarsan û Kurdên Sunne jî zêde bûye.

Par 151 Kurd hatin îdamkirin

Îran yek ji wan welatan e ku rêjeya îdamê lê gelekî zêde ye.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di mehên borî de bi hinceta mijarên siyasî, qaçaxçîtiya madeyên hişbir û kuştina bi qestî 171 kes hatine îdamkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê jî di raporekê de eşkere kiribû ku sala 2023yan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 823 girtî hatine îdamkirin ku 151 ji wan girtiyan Kurd in.

Li gorî rêxistina AMNESTY Internationalê di lîsteya herî zêde ya îdamkirina girtiyan a welaten de Çîn di rêza yekem û Îranê jî di rêza duyem de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst