Malbateke Kurdên Êzdî xizmet û parastina dêra Krîstiyanan dike

30-09-2022
Nayîf Remezan
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurdên Êzdî Gundê Nisêriyê Dêra Krîstiyanan
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Malbateke Kurdên Êzdî li komelgeha Nisêriyê ya ser bi nahiya Elqoş ve, hefteyê du caran diçin dêra Krîstiyanan dişon û paqij dikin. Malbata Êzdî nêzikî 15 sal in bê beramber vî karî dikin û dibêjin “Her oleke pîroz be, bila ji xeynî Êzdiyatiyê jî be, ola me dibêje divê em çavê xwe bidinê û rêzê lê bigirin.”

Malbateke Kurdên Êzdîne hatîne bo paqijkirna dêra krîstyanan li gundê Nisêriyê. Malbat wekî perestgeheka xwe serederiyê digel dikin. Waîl û hevjîna xwe heftyê du caran dêrê dişon, Kel û pelên wê paqij dikin. Bêtirî 15 sal e ev malbat bi vî awayî parastina li vê dêrê dike.

Waîl Çeto dibêje “Her ayînekî pîroz be û xêr ayîn jî be di nav miletî me Êzdiyan de be, dînê me dibêje divê em çavê xwe bidinê û serederiya baş digel bikin û cihekê pîroz li ba xwe deynin ji ber hindê em bi xêzan ve cavê xwe didin vê kenîsê dişon û veşon û bê beramber jî.”

Dêra Mar Odîşo li komelgeha Nisêryê ser bi nahya Elquşê, di sala 1712an de li ser rûberê 500m dûca hatye çêkirin. Ji sala 1980an ve krîstyan li komelgehê nemane. Heta niha goristan û avahî ji aliyê Kurdên Êzdî ve hatîne parastin. Her wisa hemû pîroziyên wê jî bi hemû şeweyê hatine parastin.

Hevniştimanî Şivan Salih got “Parasatina wê bi rastî em wek xelkê gund weke erkekê dibînîn li ser milê me hemûyan, ji ber ku emanete li def me û berê xwe didinê û paqij dikin.”

Navê gundê Nisêryê ji peyva nesara ya Erebî hatiye ku tê wateya gundê krîstiyanan. Bêtirî 50 salan Krîstiyan û Êzdî li vî gundî bi hev re jiyane, lê di salên 80an de bi destpêkirinja koça krîstiyanan li Iraqê, li vê derê jî roj bi roj hejmara wan ber bi kêmbûnê ve çûne û heta ku gind bi temamî ji krîstiyanan vala bûye.

Beşek ji Krîstiyanan xanî û erdenê xwe firotine Êzdiyan û beşeke din hê jî zeviyên van ên kiştûkalî nefirotine.  

Hevniştimanî Hecî Xwedêda anî ziman “Em bi hev re bûne yek mal. Dema pêdiviya wn bi me hebû me alîkariya wan dikir, dema pêdiviya me bi wan hebû wan alîkariya me dikirin.”

Niha 500 mal li kolegeha Nisêriyê ya nahiya Elqûşê hene ku hemû Kurdên Êzdî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst