Li ber mala serokê Agrisporê pevçûna çekdarî

30-07-2022
RÛDAW
Li ber mala serkokê Agrisporê pevçûna çekdarî
Li ber mala serkokê Agrisporê pevçûna çekdarî
Nîşan Agrispor Mehmet Yildirim Savci Sayan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat diyarkirin ku li ber mala Serokê Kuluba Agirî 1970 Sporê Mehmet Yildirim ku Şaredarê Agiriyê yê AK Partiyî Savci Sayan îstifa wî dixwest, pevçûna çekdarî pêk hat.

Şaredarê Agriyê yê AK Partiyê Savci Sayan bi kesên ku çekên dirêj hilgirtin li kuçe û kolanên bajêr geriyabû. Serokê Klûba Agri 1970 Sporê Mehmet Yildirim jî li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandibû ku cîgirê Savci Sayan çek lê kişandiye.

Roja borî kesên nasnameya wan ne diyar bi çekan êrişî mala Mehmet Yildirim ê ku Sayan îstifaya wî dixwest kirin.

Salîh Gergerlîoglu di derbarê mijarê de videoyê li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir û wiha got “Duh êrîşî mala Serokê Agrisporê Mehmet Yildirim ê ku Savci Sayan rexne kiribû û îstifa wî xwestibû kirin! li ber mala wî pevçûna çekdarî heye!

Nasnameya êrişkaran hê jî ne diyar e lê ne zehmet e bê texmînkirin. Du roj berê Savci Sayan bi çekan bi ser marketa Serokê Agrisporê Mehmet Yildirim de girt, piştre tawanbarkirina gendeliyê yên Yildirim ên li ser Sayan, rageşiya di navbera her du aliyan de zêde kiribû.

Mehmet Yildirim bistek berê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmen parve kir.”

Herwiha Mehmet Yildirim dîmenê bûyerê li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir û got “Yên ku vê yekê bi serê zarokên me de anîne xwelî li serê wan be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst