Savci Sayan partiya xwe bi tundî rexne kir

10-07-2024
RÛDAW
Nîşan Savci Sayan AK Partî Rexnekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Savci Sayan li ser rewşa aboriyê rexneyên tund li partiya xwe girtin û got: “Em dê desthilatê ji dest bidin.”

Rewşa aborî ya Tirkiyeyê û helwêsta siyasetmadarên AK Partiyê li hemberî xelkê van demên dawî textê desthilata zêdeyî  20 salî yê  AK Partiyê hejandiye.

Rewşa gihîştiye wê astê ku niha di nav hinek berpirsên wê partiyê de jî dengê nerazîbûn û rexneyê bilind dibe.

Herî dawî Serokê berê yê Şaredariya Agiriyê Savci Sayan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa aboriya Tirkiyeyê û helwesta berpirsên AK Partiyê ya li hemberî xelkê peyemek belav kir û rexneyên tûnd li partiya xwe girtin.

“Em wan mirovan kêm dibînin”

Sayan demên destpêka desthilata AK Partiyê û rewşa wê demê ya aboriya Tirkiyeyê bi bîr xistin û got:

“Me ji demên ku çayek bi 50 quruşî dihat firotin deng wergirtin û em bûn desthilat.

Niha em li wan cihên ku çay bi 50 lîreyî tê firotin rûniştine û di demekê de ku em serdana cihên çay bi 50 quruşî tê firotin nakin em wan mirovan jî kêm dibînin.

Ew welatiyên li wan cihên ku çay bi 50 quruşan tê firotin, ji ber kêmderfetiyan nikarin bên wan cihên ku çay bi 50 lîreyî tê firotin û derdê xwe ji me re bibêjin. Em jî ber bi wan ve naçin.”

“Em dê desthilatê ji dest bidin”

Di berdewamiya axaftina xwe de Savci Sayan got: “Baş e bi vî eqlî dikarin hilbijartinê qezenc bikin.

Eger em bersiva vê nebînin û nedin dîtin em dê desthilatê ji dest bidin.”

“Miamelaya xulaman li gel dikin”

Serokê Berê yê Şaredariya Agirî ragihand ku mixalefeta Tirkiyeyê ne hevrika wan e û gel bi ti awayî baweriyê bi wan nayne û got:

“Hevrikên me helwêstên me û xemsasariyên me ne. Jibîrkirina wî cihê ku em jê hatine ye.

Em hatine rewşekê ku ji ber têrbûna ji pere û meqamê em serdana wan mirovan nakin ku me pê li pişta wan kiriye û em bûne desthilat.

Pozê hinek bûrokrat û siyasetmedarên me li hewayê ye. Miamelaya xulaman li gel dikin.”

“Gel bêçare ye”

Savci Sayan di dawiya  peyama xwe de wiha pê de çû:

“Jêstendina ji hejaran û piştgirêdana bi dewlemendan wekî ku welat rizgar nake roj dê bê dengên Reîs (Recep Tayîp Erdogan) jî têra rizgarbûna me nakin.

Em ji serxwe çûne begno. Bi serxwe ve werin begno.  Gel, westiyayî, bêhal û bêçare ye.

Ev gelê bi esil ji bo xatirê wê yekê bêdeng in da ku ev welat wekî welatên din ên Rojhilta Navîn lê neyê.

Ji ber ku baweriyê bi Serokkomarê me yê birêz tînin hîn jî sebir dikin.

Teşxîs ev e û bi hêviya ku hevalên desthilatdar çareseriyê bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst