Çîroka meleyê fenomen û otomobîla wî

30-06-2024
RÛDAW
Mele Cîgir û otomobîla xwe/Wêne: Rûdaw Grafîk
Mele Cîgir û otomobîla xwe/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Calcaloke Mele Cîgir Xidir Otomobîl Raperîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meleyekî Kurd ê ji Raperînê bi derfetên xwe otomobîlek çêkiriye û karên xwe yên rojane bi wê otomobîlê dike.

Mele û otomobîla xwe ya bi navê "Calcaloke" li Raperînê bûne fenomen.

Navê Mele Cîgir Xidir e wekî Mele Cîgir Mêdêreyî jî tê naskirin.

Mele û otomobîla xwe li kuçe û kolanan bala xelkê dikişînîn.

Karê sereke yê mele Cîgir Xidir li Mizgefta Îmam Hemze ya navçeya Hacîawayê ya Raperînê ye.

“Çêkirina otomobîlekê xeyala min bû”

Mele Cîgir da zanîn ku çêkirina otomobîlekê xeyala wî bûyê û li ser fikira çêkirina otomobîla xwe wiha got:

"Xeyala min a çêkirina otomobîlekê hebû. Ev xeyala min bû û min dixwest ez rojekê otomobîlêkê çêkim.

Pêwîstiya min bi otomobîlekê hebû. Min otomobîl çêkir da ku ez kar û barên xwe yên rojane pê bi rê ve bibim û wê di karên xwe de bi kar bînim."

Dîreksiyona Calcalokeyê li aliyê çepê ye

Mele Cîgir amaje bi wê yekê kir ku di dema çêkirina otombîla xwe Calcalokeyê de wî hewl daye ku rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigire û wî li gorî wan yasayan otomobîla xwe çêkiriye.

Mele Cîgir kursiyê şofêr li aliyê çepê yê otomobîlê daniye lewre hemû otomobîlên ku li Herêma Kurdistanê tên bikaranîn jî wisa ne.

Çîroka navê Colcolekeyê

Mele Cîgir behsa taybetiyên Calcalokeyê jî kir û wiha got:

"6 vîtesên otombîlê hene yek bi paşde ye û 5 vitêsên pêş de hene.

Ji bo silametiyê min firêna herî baş danî ser wê û ew ji bo ewlehiya rêwiyan gelekî baş e."

Çîroka navê otomobîla Mele Cîgir jî heye.

Dema ku Mele Cîgir dest bi çêkirina otomobîlê kiriye ew di destpêkê de li ser navê otomobîlê nefikiriye.

Xelkê jê xwest û pêşniyar lê kir ku navê wê bike "Spider" ango "Calcaloke" û wî jî ji wî navî hez kiriye.

Li gorî gotina Mele Cîgir, wî motoreke Îranî li pêşiya otombîlê bi cih kiriye.

Calcalokeya Mele Cîgir bi hêz e û derdikeve ser cihên bilind û dijwar jî û şofêrê xwe li rê nahêle.

Di 150 kîlometreyan de 5 lître benzîn xerc dike

Taybetmendiyeke din a Calcalokeyê jî ew e ku pêwîstiya wê bi benzîneke gelekî hindik heye.

Otomobîl bi benzînê dixebite û di 150 kîlometreyan de kêmtir ji pênc lître benzînê xerc dike.

Dema xelk li kolanan Mele Cîgir û Calcalokeya wî dibîne kêfxweş dibe û wisa difikire ku ew otomobîl tiştekî balkêş e.

Çawa heyranên Mele Cîgir û otomobîla wî hene, gelek kes jî hene ku Mele Cîgir rexne dikin.

Li gorî Mela Cîgir, ew kesên ku wî rexne dikin wisa difikirin ku divabû wî otomobîl xweşiktir çêbikira.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst